Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin 2022-10-22 15:46:25   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi hezaran kes hatine girtin û îşkenceyên cuda li wan hatine kirin.    Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê derbarê xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de raporek belav kir. Rêxistinê diyar kir ku ji 100 jinan zêdetir li Girtîgeha Waramin a li Qarçakê tên ragirtin û 12 roj in di şertên xerab de tên girtin. Li gorî rapora Rêxistinê li Îranê herî kêm 38 rojanmevan, 170 xwendekar, 16 parêzer, aktîvîstên sendîkaya mamosteyan, karker di nav de ji 580 kesî zêdetir aktîvîstên sivîl bi hezaran kes hatine girtin.    XWEPÊŞANDAN DIDOMIN    Li gorî agahiyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên ber destan, hê jî xwepêşandan berdewam dikin û banga berdewamiya xwepêşandanan tên kirin. Îro jî li ser bangên li welat hat kirin, îro şofêrên TIR’an beşdarî greve bûne û sibê û dusiba jî dê mamoste tev li greve bibin û çalakiyên rûniştinê li dar bixin.