'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê' 2022-10-23 09:01:16   RIHA - Xoşnav Ata ku di êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê de du biraziyên wî jiyana xwe ji dest dane, 81 roj in li ber OPCW'yê nobeda edaletê digire. Ata got: "Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin wan."    Derket holê ku Tirkiye di êrişên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên li Herêma Kurdistana Federe ku di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dabû destpê kirin, çekên kmyewî bi kar tîne. Di êrişan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî yên cur bi cur hatine bikaranîn. Di 18'ê cotmehê de Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên HPG'ê û Yekîneyên Jinên Azad yên Starê (YJA-Star) ku di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn belav kiribû û paşê jî dîmenên 2 HPG’iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn hatibûn belavkirin.    81 ROJ IN LI BER OPCW'YÊ YE   Xoşnav Ata ku biraziyên wî Mîhrîban û Gulperîn Ata yên PKK'yî di êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane, ji 5'ê tebaxê ve li bajarê Laheyê yê Hollandayê li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) nobedê digire.    Ata, têkildarî mijarê wiha got: "Ev qas roj in em li bendê ne ku OPCW bersivekê bide. Lê heya niha gavek neavêtiye. Wer xuya dike ku ev avahî bi siya hêzên hegemonîk dixebite. OPCW, divê li hemberî dewletên ku çekên kîmyewî bi kar tînin bi tena serê xwe hin xebatan bike."    Ata bibîr xist ku OPCW tevî 189 welatên îmze danîne "Peymana Çekên Kîmyewî" bi tevakrî dixebite û got ku sedema bêdengiya wê jî ev xebat e. Ata, wiha domand: "Ji ber ku ev bêdengî didome, nasnameya 17 HPG'iyên din jî yên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, hat eşkerekirin. Banga me ji bo welatên Ewropayê û endamên NATO'yê ye. Bes çekên kîmyewî û jehrî bifiroşin Tirkiyeyê. Pêşî lê bigirin, bila zarokên kurd bi çekên kîmyewî neyên qetilkirin."   BERXWEDAN   Ata diyar kir ku heya OPCW bersivekê nede dê çalakiya wî bidome û wiha bang li gelê kurd kir: "Em nikarin li ber çekên kîmyewî bêdeng bimînin û li malê rûnên. Heya OPCW û saziyên din dengê me bibihîsin divê em li her derî vê yekê protesto bikin. Çi li Ewropayê çi li Kurdistanê kurd divê li her derî li dijî vê hovîtiyê dengê xwe derxin. Em ancax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin wan."    MA / Ceylan Şahînlî