Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye 2022-10-23 09:26:54   ÎZMÎR - Ozcan Sarioglû yê OHD'yî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pergaleke îşkenceyê ya 24 salan e û got kuCPT'yê bi daxuyaniya xwe piştrast kiriye ku ev tecrîdeke navdewletî ye.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin, ji 25'ê adara 2021'ê û vir ve xeber nayê girtin. Serlêdanên malbata Abdullah Ocalan û parêzerên wî yên ji bo hevdîtinê bi hincetên “cezayên dîsîplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên astengkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî di 3'yê Cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29'ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye, lê têkildarî vê serdana xwe tu daxuyanî nedabû.   Sekreterê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê Ozcan Sarioglû, polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, cezayên dîsîplînê û serdana CPT'yê ya Îmraliyê nirxandin.    Sarioglû diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li bara civakê bûye sedema fikaran û got ku astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji xeynî binpêkirina hiqûqê, li qada neteweyî û navneteweyî îşkence ye. Sarioglû wiha got: “Mafê mirov e ku di 24 saetên binçavkirinê de jî hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerê xwe re bike. Desteserkirina mafên birêz Abdullah Ocalan, tê wateya îşkenceyeke sîstematîk.”   ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ÎŞKENCE YE'   Bi domdarî Sarioglû destnîşan kir ku Tirkiye li gelek deverên Kurdistanê şer dimeşîne û got ku şerê tê meşandin jî ne derî tecrîdê ye û bi vî lerî deriyê aştiyê tê astengkirin. Sarioglû, anî ziman ku ji bo aştiyê pêwîst e hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin û ev tişt anî ziman: "Dewlet şer gur dike û hemû rêyên diyalogê digire. Ji ber vê yekê tecrîd tê pêkanîn. A rast armanca tiştên ku nêzî 2 sal in tên kirin, girtina rêyên diyalogê û gurkirina şer e."    LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME?   Sarioglû bibîr xist ku berê jî hevdîtin bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" hatine qedexekirin û got ku niha jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hevdîtin tên astengkirin. Sarioglû, wiha domand: “Ji xeynî rewşên awarte, hevdîtina parêzer û muwekîl nayê astengkirin. Birêz Abdullah Ocalan 24 sal in girtiye. 24 sal in em bi van astengiyan re rû bi rû ne. Ev 2 sal in jî nikare bi tu kesî re hevdîtinê bike. Tu hêleke hiqûqî ya van astengkirinan tune ye. Niha em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime."   Di berdewamê de Sarioglû destnîşan kir ku cezayên disiplînê yên li Ocalan hatine birîn ne hiqûqî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku em nikarin agahiyekê hundir bigirin. Her cara ku  ji bo van biryaran îtiraz tê kirin, cezayekî dîsîplînê yê nû tê derpêşkirin. Tu mantiqeke vê tune ye ku li ser hev cezayê dîsîplînê li girtiyekî bê birîn. Yanî sirf ji bo kiraseke hiqûqî ji bo vê bifesilînin, wiha dikin. Her kes dizane ku ev biryar li dijî hiqûqê ne û biryarine siyasî ne."    ‘GEL DOZA HEVDÎTINÊ DIKE'   Sarioglû destnîşan kir ku pêşîgirtina li ber hevdîtinan di serî de gelê kurd, dibe cihê fikarên mezin li bara hemû derdorên hestiyar û aştîxwaz û wiha got: “Me di meşa Gemlîkê de dît. Dîsa dewletê hewl da pêşî li girseya gel ên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê meşiyan bigire. Gel dixwaze parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Dixwazin ew helwest û fikra xwe ya ji bo van polîtîkayên şer bi raya giştî re parve bike."    TECRÎDEKE NAVDEWLETÎ   Sarioglû bal kişand ser serdana CPT'yê jî. Sarioglû bilêv kir ku ev hevdîtin di demeke ku fikarên raya giştî pir zêde bûne de hatiye kirin û wiha got: "Serdana CPT'yê tê vê wateyê: bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin, nexwe dijî. Têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, rewşa girtiyên din tu tişt nehat gotin. CPT saziyeke hiqûqî ya navneteweyî ye. Nedayîna daxuyaniyê piştrast dike ku ev tecrîd bi salan e bi komployeke navdewletî pêk tê. Ev tenê ne gotinek e, rastiyek e şilfîtazî ye."    Sarioglû destnîşan kir ku Ocalan her tim ji bo aştiyê gavina davêje û got ku bi daxuyaniyekê dikare van polîtîkayên şer ên tirsnak veguherîne rêya diyalogê. Sarioglû bilêv kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê gel divê bi hev re deng derxin û bitêkoşin.    MA / Delal Akyuz