Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin 2022-10-23 13:30:47   WAN - Serokê Şaxa ÎMO ya Wanê Mîhaîl Atîk xwest ku divê tespîta avahiyên ku di erdheja Wanê de ziyan gihiştinê bê kirin û li dijî erdhejên îxtîmalî jî tevdîrên pêwîst bên girtin.    Lijneya Koordînasyona Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a Wanê bi wesîleya 11’emîn salvegera erdheja Wanê ku di 23’yê cotmeha sala 2011’an de pêk hatibû, li pêşiya Bîrdariya Erdhejê ya Akkopruyê daxuyanî da. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Wanê Mîhaîl Atîk da zanîn ku li gorî daneyên fermî, di erdheja Wanê de 604 kesan jiyana xwe ji dest daye. Atîk, bi domdarî got ku erdnîgariya wan li ser xetên çalak ên erdhejê ye û wiha domand: “Li gel ku di erdhejên heta niha de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye jî, dersên pêwîst jê nehatine girtin û em jî neçar dimînin ku her carê van pirsgirêkan têxin rojevê.”    DAXWAZÊN XWE RÊZ KIR   Bi domdarî Atîk, diyar kir ku bi girtina tevdîran dikare rê li ber ziyanên madî û canî bê girtin û wiha pê de çû: “Hewceye tespîta rîska avahiyên di dema erdhejê de ziyan gihaştiyê bê kirin. Diviyabû pêwistiyên zanistan endezyariyê esas bihatina girtin. Ji ewil divê raporên têkildar, proje, kontrol û venihêrîn li gorî standartan bin. Divê qadên xetere li çêkirina çêkirina avahiyan neyên vekirin û qadên ji hêla zanistê ve hatine erêkirin bên tercîhkirin. Di heman demê de destûrnameyê nedin tu avabûnên li ser esasê ada û parselan hatine çêkirin û xizmeta endezyariyê wernegirtin. Hewceye xebatên etûtên hîm û statîka avahî ku gelek girîng in ji çavdêrî û venihêrîna endeyartiyê dûr neyên girtin. Li gel van, divê avahî li gorî mijara rant û berjewendiyên neyên avakirin. Divê xebatên îmarê bi raya giştî re bên parvekirin, zanîngeh û odeyên pîşeyî tev li vê pêvajoyê bên kirin û rê nedin tu mekanên ne li gorî teknîka zaninstî û endezyariyê.”    ‘BANGA AVAHIYÊN JÊBAWER’   Herî dawî jî Atîk ev bang kir: “Bi tevdîran re dikare xetereya erdhejê pir bê kêmkirin. Divê polîtîkaya amadekariyên bo erdhejê û kêmkirina ziyanên erdhejê, yekemîn polîtîkayên rêveberiyên navendî û herêmî bin. Ev yek berpirsyariya wan a sereke ye. Divê bêyî ku bikevin xeletiyan, tevdîrên zanistî bên girtin û pêşî li ber ziyanan bê girtin.”