‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’ 2022-10-24 09:03:38   STENBOL - Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku sedemê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk “têkçûn” e.   Dewleta tirk di êrişên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin de çekên kîmyewî bikartîne. HPG’ê aşkera kir ku di êrişên 6 meh li pey xwe hiştin de dewleta tirk herî kêm 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî û yên qedexe bikar anî ne. HPG’ê ragihand ku di nava 3 mehan de 17 endamên wan di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê her wiha dîmenên 2 endamên xwe yên piştî ji çekên kîmyewî bi bandor bûn jiyana xwe ji dest dan jî weşandin.    Bûrcûgul Çûbûk   ‘ÊRIŞ BI TÊKÇÛNÊ ENCAM GIRTIN’    Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk a êrişên Tirkiyeyê nirxandin, bi lêv kir ku êriş “dagirkirin û îlhak e”. Çûbûk, da zanîn ku beriya êrişên di 23’yê nîsana 2021’an de dest pê kirin de weke “êrişên dawî” ne propaganda kirin lê êriş bi têkçûnê encam girtin û wiha got: “CHP ya ku qaşo muxalîf e û êriş pejirandin jî hatiya asta ku rexne bike. Em dizanin ku gerîla li Başûr çawa li ber xwe didin. Me dît ku artêş her tim paş ve kişiya. Li cihe ku ev têkçûyîn herî zêde hate fêmkirin, rexneyên muxalefeta bûrjûva û hevkarên mêtîngeriyê jî çêbûn. Mînaka vê ya herî berbiçav li Garê pêk hat.”   ‘PDK WEKE SÎXURAN TEVDIGERE’   Çûbûk, bi lêv kir ku piştî Tirkiye têk çû dest bi bikaranîna PDK’ê kir û wiha berdewam kir: “PDK bi awaye lojîstîkê nirxand. Di nava PDK’ê xwe bi cih kir û bi dizî ketin nav. Di heman demê de di pirsgirêka yekitiya kurdan de jî weke hêmana dabeşker hate bikaranîn. PDK, weke sîxûrên mêtîngeran tevdigere. Ji ber vê yeke helwest û sekna PDK’ê ya li dijî gelê kurd dijminane ye. Ev jî têr nekir, maskeyên gazê ku bi êrişan re ji bo gerîla diçûn desteser kirin. Her wiha îsal pêleke din a êrişan dan destpêkirin û xwestin tola par hilînin.”   REXNEYÊN LI MUXALÎFAN    Çûbûk, bal kişand ku piştî êrişên di 17’ê nîsanê de destpêkirin bikaranîna çekên kîmyewî zêde bûn û diyar kir ku dewleta tirk çiya, dar, ber, çivîk û axa li herêmê weke dijminan dibîne. Çûbûk, anî ziman ku çekên kîmyewî hemû erdnîgariyê tune dike û wiha pê de çû: “Em dizanin windahiyên wan ên cidî hene û vê aşkera nakin. Ji ber vê yeke kîmyasalê bikartînin. Ji ber armanca wan ew e ku bi temamî ji holê rakin, di mijara bikaranînê de guncav dibîne.”   Çûbûk, anî ziman ku desthilat armanc dike ku kurdan ji holê rake û da zanîn ku heman êriş li bajarên Tirkiyeyê jî belav bûne. Çûbûk, qala zextên li ser muxalefeta civakî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rexnekirina tundiya yê bindest hêsane komeke ku ji bikaranîna çekên kîmyewî û tundiya serdest re dibêje ‘îdia’ hene. Toreke berfireh a çepgir û sosyalist derkete holê. Ev nayê fêmkirin. Şoreşger jî di kolanan de tişta ji destê wan tê dikin. Lê nebûna avaniyeke şoreşger a li kolanê ji bo me mijara nîqaşê ye.”    KEVNEŞOPIYA ‘ÎNKARÊ’ YA DEWLETÊ    Çûbûk, a qala daxuyaniya desthilatê ya “çekên kîmyewî di envantera me de nînin” kir, bal kişand ser çekên qedexekirî yên di deste DAIŞ’ê de û wiha pê de çû: “Tirkiye madeya xam di destê xwe de digire. Heke madeya xam hebe astengiya li ber çiya? Nîne. Dikare atolyekê ava bike û çekan çêbike. Gotinên ku di envantera artêşa tirk de nîne hatin bikaranîn. Şerê Gayrî Nîzamî bi envanteran nayê kirin. Demekî hêj JÎTEM di holê de hewce nîne em bikevin nîqaşeke wisa. Dewlet qebûl nake ku ev mirov avêtine bîrên kirêcê. Qebûl nake ku gorên komî bên vekirin. Ev kevneşopiyeke dewletê ye.”   ‘NIKARE JI HEV BÊN VEQETANDIN’   Çûbûk, destnîşan kir ku ji bilî çekên kîmyewî êriş jî neqanûnî ne û diyar kir ku hiqûqa navnetewî di asteke têrker de encam nagire. Çûbûk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em têkoşîna xwe bi xwe bidin. Mafê jiyana çîna karkeran û mafê jiyana kurdan niqare ji hev bê veqetandin. Heke gel dixwazin bijîn neçar in ku mafê jiyana gelên Kurdistanê biparêzin. Divê xeta polîtîk ji vir ava bikin.”