Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin 2022-10-24 10:52:30   ÎZMÎR - Parêzera OHD’î Aryen Turan ku di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de ji ber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” rastî êrişa nîjadperest hat, da zanîn ku sedema vê bêtehemûliyê, dijminatiya li dijî kurdan û jinan e û wiha got: “Em ê dev ji berzkirina vê dirûşmê bernedin.”    Baroya Îzmîrê, di 22’yê cotmehê de Lijneya Giştî ya Awerta ya 2022-2024’an li dar xist. Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Aryen Turan di dema axaftina xwe de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir û bi vê sedemê jî rastî êrişa nîjadperest hat. Turan, di axaftina xwe de di şexsê Aysel Tugluk de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest ku di zûtirin demê de bên berdan.    Her wiha Turan, xwest ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolînkirin û hem Denîz Poyraz û hem jî Jîna Emînî ku li Îranê hatibû qetilkirin bi bîr anî. Turan, bi domdarî got: “Em soz didin wan ku dê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wekhevî û azadiyê derkevin. Li dijî pergala mêrserdest, em jin bi dengekî herî bilind dibêjin; ‘jin, jiyan, azadî.” Di vê navberê de li eywanê hinek kes qêriyan. Li ser vê yekê jî hinek parêzeran bi dengekî bilind dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz kirin. Li ser berteka Endamên Koma Parêzerên Komarparêz, di navbera wê koma faşîst û parêzerên OHD’î de rageşî derket. Di vê navberê de hinek parêzerên faşîst dirûşma “Em leşkerên Mûstafa Kemal în” berz kirin.    LI DIJÎ GOTINA DEMOKRASIYÊ BERSIVA BIHEQARET    Parêzer Aryen Turan têkildarî êrişa nîjadperest axivî û got ku di lijneya giştî de qala bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê û daxwaza edaletê ya gel kiriye. Bi domdarî Turan wiha got: “Min qala Malbata Şenyaşar, Gulistan Doku, Aysel Tugluk û girtiyên nexweş kir ku terkî mirinê tên kirin. Min got ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî heye û divê bên lêkolînkirin. Di dema axaftina min de endamên Koma Parêzerên Komarparêz heqaret kirin û dengê xwe bilind kirin. Min axaftina xwe domand û qala Denîz Poyraz kir ku hewl didin dozê ji parêzeran veşêrin. Her wiha min ji bo Denîz Poyraz û Jîna Emînî ku li Îranê ji hêla ‘polîsên exlaqê’ ve hat qetilkirin dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz kir. Piştî vê dirûşmê jî ez ji kursî hatim xwarê. Di wê navberê de heqaret li min kirin û bi ser min de hatin.”    BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ KURDAN   Turan, da zanîn ku di nava koma êrişkar de endamên AKP, MHP, Partiya Vatan hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de refleksa dewletê ya li hemberî kurdan bû. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li tevahiya cîhanê olan dide. Lê parêzerên Baroya Îzmîr ku divê mafê azadiya xweîfadekirinê biparêzin, bêtehemûlî nîşandan. Sedema vê êrişê, dijminatiya wan a li hemberî kurdan û jinan e. Mixabin ji bo faşîzmê pîşe girîng nîne. Kesên li wir diviya demokrasî biparastina lê bi ser me de hatin û heqaret kirin. Heke parêzer wiha bikin gelo dê gel çi bike? Li dijî kurdan û jinan bêtehemûliyeke mezin heye.”   ÊRIŞA LI DIJÎ TEVGERA JINÊN KURD   Bi domdarî Turan destnîşan kir ku bi taybet jî dema qala Denîz Poyraz dikir bertek û heqaretên li eywanê zêdetir bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe dozê ji parêzeran direvînin û birin Şakranê. Xaza îsotê avêtin parêzerên negirtin hundir. 79 baroyan têkildarî vê bêhiqûqiyê daxuyanî dan. Tê payîn ku di danişîna din de parêzeran negirin hundir. Lê em ê li wir bin. Bi taybet jî bêtehemûliya wan a li dijî Denîz Poyraz zêde bû. Xuyaye ku hewldaneke wan a taybet li dijî jinên kurd heye. Weke mînak, tenê ji ber axaftinên wê li Leyla Guven 22 sal ceza hatin birîn. Ev tevek nîşan didin bê ka faşîzm çawa berê xwe daye jinên kurd. Lê ew çi dikin bila bikin, tevgera jinên kurd pir bihêz e û têk naçe. Ji vir û şûnde em ê li her deverê gotina kurdan û jinan bikin. Çi dibe bila bibe êm dev ji berzkirina dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin.”    MA / Tolga Guney