Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe 2022-10-24 14:29:07   WAN - Baroya Wanê, OHD û TUAYDER’ê bi girtiyên li girtîgehên Erziromê tên ragirtin re hevdîtin kirin û rapora xwe amade kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîda girankirî ya li ser girtiyan girantir bûye û mafên tenduristî û agahîgirtinê tên binpêkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Şaxa Komeleyên Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) a Wanê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Erziromê bi raya giştî re parve kir.    Rapor, li Eywana Konferansan a Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi daxuyaniyekê hat parvekirin. Di daxuyaniyê de gelek parêzer amade bûn. Rapor, ji hêla endama OHD’ê Ekîn Yeter ve hat xwendin. Eker, da zanîn ku wan rapora xwe li ser serlêdanan malbatan û piştî serdanên li girtîgehan amade kirine. Bi domdarî Yeter got ku wan li girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê, Girtîgeha Hejmar 1 a Dumluyê û Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê re hevdîtin kirine û di serdanan de xuya bû ku gelek mafên girtiyan tên binpêkirin.    BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ   Di berdewamê de Yeter diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hejmartina li ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin û ev agahî parve kirin: “Sewqên girtiyên nexweş tên vehêlandin û piştî sewq derdikevin jî 4 meh şûnde dibin nexweşxaneyê. Nahêlin Yenî Yaşam û tu rojnameyeke din a muxalîf bikeve girtîgehê. Ji ber ku girtiyan rûniştinên meclisê li ser TRT 3-Meclis TV’ê temaşe dikirin, ev kanal ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hat jêbirin. Li gel ku girtiyan gelek caran daxwaza dîsa anîna van kanalan kiribe jî ev daxwaz nehatiye qebûlkirin. Her wiha her hefteyê li odeyan lêgerîn tê kirin. Di dema lêgerînê de ode zêde tên belavkirin û her alavekê diavêjin cihekî. Xwarin, ne bi qasî ku kesek pê têr bibe tên dayîn û tiştên kantînan jî pir bihana.”    CEZAYÊN HUCREYÊ   Di berdewamê de parêzer Yeter bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehên Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Dumluyê û wiha pê de çû: “Di girtîgehê de girtiyên cezayê muebbeta giran, muebbet û yên demkî hene. Hemû girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Heman şert li hemû girtî û hikûmxwaran tên ferzkirin. Hemû girtî xistine odeyên bêhewş û rojê tenê 1-2 saetan dikarin derkevin, rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye ku dê têlê bidin ber odeyên yekkesî, di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, girtiyên ku lêgerîna tazî red dikin bi darê zorê tên tazîkirin, girtiyê bi navê Huseyîn Ortaç ê 82 salî gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene lê di girtîgehê de dimîne û nikare baş tedawî bibe.”    Piştre jî Yeter ev daxwaz rêz kirin:   “*Divê rêveberiya girtîgehê û karmendên wê di çarçoveya rêgezên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî tevbigerin û dawî i îşkence, binpêkirinên mafên tenduristî û tedawiyê, mafê azadiya şexsî, mafê ewlehiyê û mafê agahîgirtinê bînin. Her wiha divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.    * Malbatên girtiyên ku li deverên dûr hatine sirgûnkirin, di dema pandemiyê de ji bo hevdîtina girtî, neçar dimînin ku rêyeke dirêj bidin ber xwe û bi vê yekê re xetere li ser tenduristiya malbatan çêdibe.  Lewma jî divê mafê axaftina li ser telefonê zêdetir bibe. Qet nebe bila bi hemû kesên di lîsteya ziyaretvanan de cih digirin, bikarin li ser telefonê biaxivin.    *Ji bo ku girtî di şert û mercên girtîbûnê de ji têkiliyên civakî qut nebin û tenduristiya wan a bedenî û ruhî baş be, çalakiyên li qadên hevbeş pir girîng e. Bi taybet jî divê girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind tên ragirtin, heta demekî dirêj ji têkiliyên civakî dûr neyên xistin. Ev yek bandoreke mezin a neyînî li ser beden û ruh çê dike. Bi hinceta pandemiyê nahêlin girtî li qadên hevpar çalakiyan li dar bixin û vê yekê jî rê li ber girankirina şert û mercên tecrîdê vekiriye. Girtiyên din jî mîna girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û ev yek nayê qebûlkirin.    * Ji bo ku haya girtiyan ji dinyaya derve hebe, ji civakê qut nebin û geşedanên heyî bişopînin, weşanên demkî û domdar pir girîng in. Girtî, bi saya pirtûkan xwe ji gelek aliyan ve pêş dixin û dema xwe pêş dixin jî li ser kovar û rojnameyan geşedanên li der ve dişopînin. Ev yek kêmek jî be, tecrîda li ser girtiyan siviktir dike. Lê belê li girtîgehan pirtûk hatine bisînorkirin û kovar û rojname jî hatine qedexekirin. Lewma jî girtî nikarin ji mafê xwe yên azadiya îfadegirtinê, agahî girtin û agahîgirtinê bi kar bînin. Divê ev sepan bi dawî bibin, kotaya pirtûkan bê rakirin, mafên wan ên ragihandin û têkilîdanînê neyên binpêkirin û kovar,rojname û TV’yan bidin girtiyan.”