Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da 2022-10-24 15:12:01   RIHA - Dayika girtî Ebûbekir Perk, Zelîha Perk bêyî ku kurê xwe cara dawî bibîne jiyana xwe ji dest da. Ji Ebûbekîr Perı ku dixwest tev li şîna dayika xwe bibe jî 45 hezar lîre hat xwestin.    Dayika girtî Ebûbekîr Perk, Zelîha Perk bêyî ku kurê xwe yê di Girtîgeha Sîlîvriyê de wek siyasî tê ragirtin bibîne jiyana xwe ji dest da. Daxwaza dayika ku bi nexweşiya diyalîzê ketibû ew bû ku cara dawî kurê xwe bidîta lê ev daxwaza wê li gel gelek hewldanan jî pêk nehat. Ebûbekîr Perk piştî 8 sal di girtîgehê de hat ragirtin di sala 2013’an de hate berdan. Piştî darizandinên derbarê wî de, 16 sal ceza lê hate birîn. Cezayê Perk di sala 2018’an hate erêkirin û Perk careke din hate girtin. Perk piştî ku hate girtin şandin Girtîgeha Kocaleliyê û ev 4 salên dawî ne ku ew di Girtîgeha Sîlîvriyê de tê ragirtin. Dayika Perk a nexweşa diyalîzê bû, ev 6 sal bû ku ji ber nexweşiya xwe nedikarî biçe serdana kurê xwe. Ebûbekîr Perk ê di hezîrana 2022’yan de cezayê ji “endamtiya rêxistinê” temam kir dema di sala 2018’an de hate girtin vê carê jî bi hinceta “pasaporta sexte li ser hatiye girtin” salek 11 meh û 20 roj ceza lê hate birîn û nehat berdan.    6 SAL BÛ NEDIKARÎ BIÇE HEVDÎTINÊ   Gelek serdan û hewildanên dayika Perk ku dixwest kurê wê sewqî Rihayê bikin bêencam man. Dayîk Perk di roja 22’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da û li mala wan a Taxa Yeniyê ya li navçeya Hîlwanê şîna wê hate danîn. Hat zanîn ku ji Perk ê dixwest tev li şîna dayika xwe bibe 45 hezar lîre xwestine. Ji ber lêçûnên mesrefên rê yên zêde ku cendirmeyan ev reqam diyar kiribûn, Perk nekarî biçe şîna dayika xwe.    MIJAR KETIBÛ ROJEVA MECLISÊ JΠ   Ji bo ku Perk sewqî navçeya Hîlwana Rihayê bê kirin Parlemantera Rihayê Ayşe Surucu di 20'ê cotmeha 2022’yan pêşniyazname dabû Meclisê. Di pêşniyaznameyê de hatibû diyarkirin ku dayik bi salan e kurê xwe nabîne û wiha hatibû gotin: “Tevî ku Ebûbekîr dixwaze sewqî Girtîgeha Hîlwanê bibe jî neyê neqilkirin. Tenduristiya malbata wî û rewşa wan a aborî eşkere ye û ev sepan binpêkirina maf e. Divê di vê mijarê de gav bên avêtin.”