Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin 2022-10-24 18:54:03   AMED - Çopdankên ku beriya mîtînga Serokkomarê  AKP’î Tayyîp Erdogan hatibûn rakirin, hê jî li cihên berê nehatine bicihkirin.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan dê di 15'ê Cotmehê de li Amedê mîtîngek li dar bixista, lê ji ber karesata madenê ya li Amasraya Bartinê mîtîng taloqî 23'yê Cotmehê hatibû kirin. Beriya mîtîngê di bin navê ewlehiyê de konteynerên çopan û çopdankên li Qada Îstasyonê û hemû rêyên ber bi qadê ve diçin hatibûn rakirin. Mîtîng duh hat lidarxistin, lê hê jî konteynerên çopan û çopdankên hatine rakirin li cihên berê nehatine danîn.    Şêniyên vê deverê bi rojan e ji ber vê mexdûr in.