Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan 2022-10-24 22:01:25   ÎZMÎR – Girtiyê nexweş Huseyîn Dûrmaz bi biryara 6 meh taloqkirina înfazê hat berdan.    Girtiyê nexweş Huseyîn Dûrmaz ku di Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê ya Hejmara 2'yan de bû, hat berdan. Dûrmaz ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, Saziya Tiba edlî (ATK) înfaza wî 6 mehan taloq kir. Dûrmaz piştî vê biryarê hat berdan.