Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir 2022-10-24 22:24:52   AMED – Girtiyên li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 1'ê ragihandin ku li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirkan bi armanca hişyarkirinê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirine.   Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 17’ê Nîsanê de êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dike. Dewleta tirkan di van êrişan de heya niha 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta tirkan di van êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosforê bi kar tîne. Dîsa li gorî daxuyaniyê, di Tebax, Îlon û Cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.   Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didome. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind, ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirkan dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên bi navê Mûhammed Kartal, Kasim Aslan û Masûm Karaman ragihandin ku li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî, bi armanca hişyarkirinê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojî kirine.   Girtiyan bi rêya malbatên xwe çalakiyên xwe ragihandin û destnîşan kirin ku eger bikaranîna çekên kîmyewî dewam bike, wê çalakiya xwe mezintir bikin.