Dozger ji bo Almas heman ceza xwest 2022-10-24 17:01:09 AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas ku piştî biryara Dadgeha Îstînafê ya ji bo betalkirina cezayê xwe yê 10 salan ê girtîgehê ji nû ve hat darizandin, di danişîna ewil de bi daxwaza cezakirinê mutalaa hate dayîn.    Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe Di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) Yuksel Almas ku bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 10 sal ceza lê hatibû birîn û piştî cezayê lê hate birîn xerabû jinûve tê darizandin. Danişîna ewil a doza ku Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê bi sedemê ku li ser vexwendina rêxistinê beşdarî çalakiyan bûye, tev li merasîma cenazeyan ne sûc e û rêveberiya komeleyê weke sûc nayê dîtin betal kir, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişînê de Almas a girtî û parêzerê wê Mûhîttîn Mûgûç amade bûn.   Almaş a parastina wê ya kurdî hate tercumekirin, diyar kir ku komeleya ku hevseroka wê ye qanûnî ye û 2 sal in girtiye û daxwaza berdana xwe kir.    BI DAXWAZA CEZA MUTALLA DA   Dozger, îdia kir ku di lêgerînên li komeleyê hatin kirin de navên endamên rêxistinê yên jiyana xwe ji dest dane hatine dîtin, malbatên ku navên wan li komeleyê hene “milîs in” û xwest di çarçoveya îdianameyê de Almas ji “endamtiya rêxistinê” bi cezayê hefsê were cezakirin. Dozger, xwest ku dadgeh girtina Almasê bidomîne.    ‘DADGEH WÊ CEZA BIBIRE’   Parêzerê Almasê Mûhîttîn Mûgûç, bi lêv kir ku komele ji bo pirsgirêkên di wergirtina cenazeyên endamên rêxistinê de bên çareserkirin hatiye avakirin û di lêpirsîn û darizandinên hatin kirin de hemû endam û rêveberên komeleyê beraet kirin, tenê muwekîla wî maye. Mûgûç, da zanîn ku tê fêhm kirin ku dadgeh dê dîsa muwekîla wî ceza bike û anî ziman ku girtin cezakirine. Mûgûç, xwest girtina demdirêj a muwekîla wî berçav bê girtin û bê berdan. Mûgûç, ji bo ku li dijî mutalaaya derbarê esasê de parastinê bike daxwaza dem kir.   BIRYARA BERDEWAMA GIRTINÊ HATE DAYÎN    Dadgeha ku daxwaza parêzer a ji bo demê qebûl kir, biryara berdewama girtina Almas da û danişîn taloqî 16’ê mijdarê kirin.