‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’ 2022-10-25 09:00:57   AMED - Remziye Çabûk dayika Suphan Çabûk ê ku li girtîgehê hatibû qetilkirin anî ziman ku lawê wê li girtîgehê hatiye qetilkirin û got: “Tenê daxwaza wî welatekî azad û jiyanekê azad bû, em ê jî heta dawiyê li pey doza wî bin.”   Binpêkirina mafê jiyanê yên girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê dibe sedema qetilkirina girtiyên siyasî. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sala 2022’an de 63 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî jî girtî Suphan Çabûk (Bager Amed) ê 34 salî ji Girtîgeha Kalkanderê ya Rîzeyê Tipa L hat qetilkirin. Di çîroka Suphan Çabûk de jî weke her girtiyên ku di girtîgehan de hatine qetilkirin, binpêkirinên mafê jiyanê, zext û tundî hene.    Çabûk di sala 2014’an de piştî komkujiya Şengalê, ji malbata xwe re got, ‘Ez vê yekê nikarim qebûl bikim’ û berê xwe da çiya û tev li PKK’e bû. Çabûk piştî 2 salan di sala 2016’an de li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeya derketina derve de hat girtin. Çabûk, 22’ê cotmeha 2016’an li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin û di dadgehê de parastina xwe bi kurdî kir û bi wê parastina xwe di bîra hevalên xwe de nemir bû.    DARIZANDINÊ RED KIRIYE    Çabûk di parastina xwe de ev tişt gotibûn: “Îro em hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê di pevajoyêk giran de derbas dibin. Ji ber vê yekê darizandina min ne hiqûqiyê lê siyasî ye. Di sala 2013’an de Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan persperktîfek aştî nîşanî dewletê da. Lê dewletê li dijî vê perspektîfê konsepta şer xist dewrê. Niha jî tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan heye. Em vê tecrîde qebûl nakin. Artêşa Tirk a dagirker wek Moxolan bajarên kurdan, Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnax û Geverê hilweşand. Parastina gelê kurd a li dijî arteşa dewleta tirk a dagirkêr mafekî meşru ye. Ji ber vê yên ku bên darizandin ne em in lê yên ku qirkirinê û hovîtiyê kirin divê bên darizandinb. Hûn nikarin min bidarizînin, tenê gelê  kurd û PKK dikare min bidarizîne. Bijî Serok Apo, bijî berxwedana Sûrê.”     Dadgehê cezayê muebedê yê girankirî li Suphan Çabûk birî. Piştî 4 salên li Girtîgeha Amedê di sala 2020’an de sirgûnî Girtîgeha Kalkandera Rîzeyê ya Tipa L’yê hat kirin. Çabûk roja ku dadgehkirina wî di 12’ê cotmehê de hebûye li Girtîgeha Rîzeyê hatiye qetilkirin. Malbatê çûbû Rîzeyê û cenazeyê lawê xwe ji Saziya Tiba Edlî (ATK) wergirt û anî li navçeya Pasûrê ya Amedê bi girseyî veşart.    ŞOPÊN LÊDANÊ LI SER BEDENA WÎ HEBÛNE    Di dema şûştina cenazeyê Çabûk de jî şopên lêdanê bi dimen û wêneyan hatibûn belgekirin. Malbat û parêzerê Çabûk li ser qetilkirina Çabûk lêkolîn dan destpêkirin û hê jî encama otopsiyê ji malbatê re nehatiye ragihandin. Ev şopên li ser bedena wî dide nîşandan ku hatiye qetilkirin.    DAXWAZA WÎ WELATEK AZAD BÛYE    Remziye Çabûk dayika Suphan Çabûk, ji ajansa me re li ser jiyan û têkoşîna lawê xwe axivî û diyar kir ku piştî komkujiya Şengalê Suphan ji wan re gotiye ‘ez nikarim vê yekê qebûl bikim’ û piştre tev li gerîla bûye û lawê wê her tim ji wan re aniye ziman ku tenê daxwaza wî welatekî azad û jiyaneke azad e.    ‘KESEK RAST Û HOGIR BÛ’    Çabûk anî ziman ku  Suphan hem ji hevalên xwe re hem jî ji civaka xwe re kesek pir rast û dirûst bûyê û wiha qal lawê xwek ir: “Zarokêk pir delal bû, dema diçû dibistanê qeza kir linge wî birîndar bû. 50 roj di nexweşxane de ma. Lîse jî li vir xwend piştî lîse jî çû zanîngeha Wanê ku beşa mamostetiya fizîke bixwîne lê ji beşa xwe hez nekir û dîsa hat Amedê. Li vir çend salan çû dersxanê û piştre jî çû Zanîngeha Antalyayê li wir Beşa Îktîsatê xwend. Pir ji malbata xwe û gelê xwe hez dikir. Heval û hogirê wî pir jê hez dikirin.”   LI ZANÎNGEHÊ KRÎZA DIL DERBAS DIKE    Çabûk bi lêv kir ku ji Zanîngeha Antalyayê dixwend tev li gelek çalakiyên xwendekaran bûbû. Çabûk dazanîn ku lawê wê li zanîngehê krîza dil derbas dike û wî tînin li Amedê tedawî dikin û pişt re diçe zanîngehê lê belê zanîngeh ji ber çalakiyan wî ji zanîngehê diavêje û ew jî dest ji zanîngehê berdide.    ‘KOMKUJIYA ŞENGALÊ PIR BANDOR LI SER WÎ KIR’   Çabûk destnîşan kir ku lawê wê bi xwendinê tevgera PKK’ê nas kiriye û piştî komkujiya Şengalê tev li gerîla dibe û got: “Komkujiya Şengalê bandorek zêde li serê kiribû. Ji min re digot, ‘Dayê heke ez rojek biçim tev li tevgerê bibim, ez ê bi vîna xwe û li ser rastiya xwe biçim’. Ji me re hertim digot, ‘Ji cîran û civaka xwe re baş bin’. Ji me re digot, ‘Haya we ji tiştekî tune ye, her roj zarok, jin û dayik tên kuştin em vê yekê nikarin qebûl bikin, yan ez ê di girtîgehê de bim yan jî ez ê li cihekî din bim, ji bo min ferq nake’. Di meha tîrmeha 2014’an de tev li gerîla bû. Di sala 2016’an de jî li Amedê dema şerê xwerêveberiyê li Sûrê hat girtin û cezayê muebeda giran lê hat birîn.”   HER TIM JI WAN RE QALA ZILMÊ KIRIYE    Çabuk bal kişand ser dema diçû girtîgehê hevdîtina lawê xwe û wiha pêde çû: “Di hevdîtinan de ji me re digot, ‘zilm û zor li ser me heye, di nav xwarina me de parçeyên hesin derdikevin’. Piştî hevdîtinekê dema ez derketim derve giriyam. Malbatên din jê re gotine diya te giriyaye. Di hevdîtinek din de ji min pirsî, ‘Çima tu giriyayî?’ Min jî got ji ber tiştên tînin serê we. Ji bo ez neqehirim êdî tiştek j imin re negot. Ew jî bi nexweşiya koronayê ketibû û 15 rojan di karantînayê de mabû.”    ‘HEVDÎTINA DAWÎ’   Çabûk anî ziman ku dema lawê sirgûnî Girtîgeha Rîzeyê kirine, 7 rojan nikaribûne tu agahî jê bigrin û piştî 7 rojan Suphan li xwişka xwe geriyaye û agahî daye wê û gotiye, “‘Min dikujin, agahî bidin parêzeran bila werin.” Çabûk balkişand ser zext û tundiyên li ser girtiyan û wiha got: “Kengî bixwazin wê deme destûra hevdîtina telefonê didan. Dema wî birin wir demek dirêj ew nebirin cem hevalan. Piştî demekê dirêj em geriyan zivistan bû pir sarbû. Nexweş diket jî lê nediçû nexweşxaneyê, ji ber ku gardiyanan û leşkeran li wan dida. Sala par em du caran çûn hevdîtinê. Îsal jî di cejna remazanê de em weke malbat tevahî çûn hevdîtina wî. Pir kêfxweş bû zarokan û kêfa xwe ji zarokan re dianî. Di cejna qûrbanê de dîsa em çûn hevdîtinê. Me li wir bi hev re wêne kişandin. Lê piştî ku em hatin lêdabûn. Beriya niha jî em bi du mehan çûn hevdîtinê. Pir zeîf bûbû. Ew jî hevdîtina dawî bû.  Êdî me ew qet nedît. Piştî wê hevdîtine me rojek xeber girt ku wî ji hevalên wî qetandine û hevdîtina wî kirine rojek din. Me ji girtîgehê re got em ji cihek dûr tên ji ber wê roja wî ya hevdîtinê neguherînin. Ji me re gotin, ‘Em wê diparêzin, ji ber wê me roja wî guherand’.”    ‘EZ DI RÊ DE BÛM GOTIN, SUPHAN JIYANA XWE JI DEST DAYE’   Çabûk destnîşan kir ku roja dadgeha lawê hebû ew roj hatiye qetilkirin û wiha axivî: “Roja çarşemê roja wî ya dadgehê bû. Em jî ji Pasûrê çûn Dadgeha Amedê. Ew ê jî bi SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bûbûya. SEGBÎS vekirin lê 2 gardiyan hatin xuyakirin. Piştre SEGBÎS hat girtin. Min ji parêzer pirsî çima hatiye girtin, wî jî got, ‘Darizandin taloqî 11’ê mijdarê hat kirin’. Em derketin derve min ji xwişka xwe re got dibe ku Suphan nexweş be. Tiştek ji me re negotin, ji bo taloqê tu hincet nîşan nedan. Wê rojê hevalekî wî ye qawîşê li xwişka xwe geriyaye û gotiye, ‘Suphan jiyana xwe ji dest daye, em nikarine agahî bidin, hûn agahiyê bidin’. Wê rojê jî bûka min geriya got, dadgeh çi bû min jî got taloq bû. Wê ji min re got, taloq nebûye lêxistine û wî birine nexweşxanê. Êdî ez jî ji Amedê ber bi Pasûrê ve ketim rê. Keça min jî li girtîgehê geriyaye gotiye Suphan çima îro negeriyaye, roja wî ya hevdîtina telefonê ye. Girtîgeh xwe li nezantiyê datîne. Piştre jî telefon xistine meşgûlê. Êdî venekirin. Me ji parêzer re got. Wî jî ji Wezareta Dadê pirsî ye û piştre yên me hîn dibin ku rewşa Suphan nebaş e. Agahî nedan min. Ez di rê de bûm. Birayê wî jî li Stenbolê ketibû rê diçû Rîzeyê. Di rê de girtîgeh li min geriya û ez pir kêfxweş bûm ku min got ev Suphan e. Lê piştî ku min telefon vekir min fêm kir kir ku ew Suphan nîne. Di telefon de ji min re gotin Suphan jiyana xwe ji dest daye. Piştre ez hatim malê, em tavilê siwar bûn û çûn Rîzeyê. Axir me cenazeye xwe wergirt û me anî Pasûrê.”    ‘EM Ê QETILKIRINA SUPHAN LÊKOLÎN BIKIN’   Çabûk anî ziman ku lawê wê ji ber lêdan û zextên girtîgehê jiyana xwe ji dest dayê û dema ew nexweş bûye jî nebirine nexweşxanê. Çabûk diyar kir ku ew dê li ser qetilkirina Suphan lêkolîn bidin destpêkirin û got: “Suphan nexweş bû nebirin nexweşxanê. Her tim zext û tundî li ser wan hebû. Rewşa girtiyan pir xirab e. Di hevdîtine de Suphan ji me re digot, ‘Hemû hevalên me di bin tecrîdê de ne. Dewletek hovane li ser me zext û tundiyan dimeşîne. Ji ber binpêkirinên mafan, zext û tundiyan Suphan jiyana xwe ji dest da. Derman nedidan wan û nedibirin nexweşxaneyê. Ji ber ku wî nebirine nexweşxaneyê, nexweşî lê giran bûye. Ji ber ku dema dibirin nexweşxaneyê lê didan, ew jî nediçû. Di encama zor û zextên li ser girtiyan de herî dawî jî Suphanê min jiyana xwe ji dest da. Em vê yekê weke qetlê dibînin. Parêzerê me jî li ser disekine. Em ê jî lêkolîn bikin ku ka Suphan ji ber çi jiyana xwe ji dest daye.”   ‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI PEY DOZA SUPHAN BIN’   Çabûk herî dawî destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza lawê xwe bin û got: “Suphan dema roja ewil di binçav de derrxistin pir serbilind bû, min jî li wir destê xwe hejand û got, wî tu sûcek qirêj nekiriye serê wî bilind e. Tenê daxwaza wî welatekî azad û jiyanekê azad bû. Ji ber vê yekê serê me jî pir bilind e. Heta em saxbin jî em ê li pey doza wî bin. Zilm û zora li ser wî qet ji bîr nakim.”    MA / Mahmût Altintaş - Eylem Akdag