Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe 2022-10-25 09:03:30   WAN - Hat ragihandin ku tenduristiya girtiyê nexweş Ergîn Aktaşê ku her du destên wî tune ne xirab dibe.    Ergîn Aktaş ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, tevî hemû îtirazan jî nayê berdan. Aktaş ku di sala 2011'an de 2 caran cezayê muebbeda giran lê hatiye birîn, niha di Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R'yê de ye. Aktaş, ji ber ku her du destên wî tune ne, nikare pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bîne. Aktaş bi alîkariya hevalên xwe yên qawîşê jiyana xwe didomîne. Aktaş ku ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê bi nexweşiya tuberkulozê ketiye, di heman demê de KOAH û zatûre jî lê peyda bûye. Saziya Tipa Edlî (ATK) heya niha 6 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Aktaş, lê bi hinceta "ji bo civakê talûke ye" nayê berdan. Ji bo vê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayîn, lê tu encam ji van serlêdanan bi dest neketiye.   TENDURISTIYA WÎ XIRAB DIBE   Gulîzar Tuncer, parêzera Aktaş, diyar kir ku tenduristiya muwekîla wê her diçe girantir dibe. Tûncer anî ziman ku herî dawî di 13'ê Cotmehê de çûye girtîgehê cem Aktaş û wiha got: "Tenduristiya wî ne baş e. Ji ber nerihetiya pişika xwe timî sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Me 6 caran serî li dozgeriya înfazê û 12 caran jî serî li dadgeha cezayê giran da. Lê her 18 serlêdanên me jî hatin redkirin." Tûncer astengkirina berdana Aktaş wekî "rûbirûhiştina bi mirinê re" şîrove kir û got ku berpirsê vê rewşê dewlet e.   Tûncer anî ziman ku hikûmet bi "dijminatî" nêzî girtiyên nexweş dibe û got: "Em nikarin vê rewşê derî polîtîkaya li hemberî girtiyên siyasî binirxînin. Polîtîkaya tecrîd û qirkirinê ya dewletê ya li hemberî girtiyên siyasî bi hevkariyê darazê û ATK tê domandin. Bi hev re zemîna van mirinan ava dikin."   Tahîr Aktaş jî, bavê Ergîn Aktaş, diyar kir ku kurê wî heya niha sewqî 12 girtîgehên cuda hatiye kirine û wiha got: "Destên kurê min tune ne û 3 salan di hucreyeke yekkesî de ma. Me jê pirsî 'Destên te tune ne, tu çi dikî?' Tiştek ji me re negot. Em nizanin jiyana xwe çawa didomîne. Paşê kurê min û girtiyekî ji navê berjêr felcî xistin heman hucreyê. Rojekê, di dema hevdîtinê de min ji wan pirsî, 'hûn çawa hev îdare dikin?' Ergîn ji min re got, 'Ew destên min e, ez jî lingên wî me.'"   Bav Aktaş anî ziman ku kurê wî sewqî girtîgehên dûr kirine û wiha got: "Em dixwazin wî bînin cihekî nêzî me. Herî dawîn di sala 2020'an de ez çûm cem wî. Çûn û hatin biha ye û derfetên me kêm in. Ez bi xwe jî nexweş im, pereyê ku bi dest me dikeve bi zor têra debara me dike. Gava em 2-3 salan bidin ser hev, ancax em dikarin biçin û wî bibînin."   Aktaş anî ziman ku pêdiviya her kesî bi edaletê heye û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.   MA / Berîvan Kûtlû