Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye! 2022-10-25 10:41:05   ENQERE - Rojnamevan Zemo Aggoz ku li Enqereyê hat binçavkirin, pitika wê ya mehekî û nîv e hatiye dinyayê 4 saet birçî hat hiştin.    Di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li Enqere, Stenbol, Amed, Riha, Mêrdîn û Wanê polîsan bi ser malên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê de girtin. Di serdegirtinan de gelek nûçegihan hatin binçavkirin.    Polîsan bi ser mala nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz a li Keçîorena Enqereyê de jî girtin. Zemo ya ku pitika wê ya mehek û nîv e heye jî hat binçavkirin. Polîsan di saet 06.25’an de bi ser mala Zemo de girtin û computer, tablet û telefona wê desteser kirin.    Piştî lêgerîna li malê Zemo Aggoz hat binçavkirin û nayê zanîn ku birine kîjan midûriyeta polîsan. Divê ku Zemo herî dereng ji du saetan caran were mijandin, lê heta niha nehatiye mijandin. Pitika wê tenê bi şîra dayika xwe tê xwedîkirin. Parêzerê Zemo ji bo pitika wê bê mijandin bi dozger re hevdîtin kir. Lê belê nehat zanîn ku Zemo birine ku û lewma ev çend saet in pitika wê birçî ye.