Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin 2022-10-25 10:54:15   AMED - Girtî Hatîce Kaymak a ji Girtîgeha Tarsûsê wê sewqî Alanyayê kirin diyar kir ku midûrê girtîgehê gef lê xwariye û gotiye, “Em ê we bikin mirov, te bi zanebûn şandin vir.”    Hatîce Kaymak bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê hatiye birîn û 7 sal in girtî ye. Kaymak bi telefonê li malbata xwe geriya û ji malbatê re ragihandiye ku wê bi sê hevalên wê re ji Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan sewqî Girtîgeha Alanyayê kirine.    Kaymak diyar kir ku ew li Alanyayê di qawîşa 15 kesî de dimînin û midûrê girtîgehê gef li wan xwariye û gotiye, “Em ê we bikin mirov, bi zanebûn we şandin vir.” Kaymak destnîşan kir ku midûrê girtîheê û gardiyan li şûna navê wan bi lêv bikin, wek “terorîst” gazî wan dikin û ew 15 girtiyên di qawîşekê de ne bi zextan re rûbirû ne. Kaymak banga hestiyariyê li raya giştî kir.  Malbata Kaymak a li Amedê dijî diyar kir ku ew ê têkildarî meseleyê îro serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin.    Em têkildarî îdiayan li girtîgehê geriyan lê belê bersiva telefona me nayê dayîn.