Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin 2022-10-25 11:03:45   MÊRSÎN - Di encama serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de 13 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” dasye destpêkirin, derheqê gelek kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtin û welatiyên bi navên M.M., A.E.Ş, A.I., S.S., S.N., A.Î., A.Ş., M.M., F.D., M.A., B.U., G.E., B.Z. R.E. û G.K. hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.