Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin 2022-10-25 13:41:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Enqereyê hewl dan bi îşkencekirinê û serî tewandinê rojnamevanan binçav bikin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya derheqê rojnamegeran de, polîsan li Enqere, Wan, Stenbol, Amed, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê di nav de li 9 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Heta niha 11 rojnamevan hatine binçavkirin.    Polîsan di serdegirtinên malan de berê çekên xwe dan ser rojnaemvanan û destên wan ji pişt ve kelemçekirin û li ser dev li erdê dirêj kirin. Her wiha polîsan heqaret û çêran li rojnamevanan kirin û gef li wan xwarin.    Midûriyeta Polîsan a Enqereyê daxuyanî da û îdia kir ku rojnamevanan bi îdiaya “nûçeyên ku xelkê teşwîqî kîn û dijminatiyê dikin çêkirine” hatine binçavkirin. Her wiha di daxuyaniyê de kamera, wênekêş, computer û pirtûkên hatine bidestxistin jî wek “belgeyên rêxistinî” hatin nîşandan.    XWESTIN SERÊ WAN BITEWÎNIN!    Midûriyeta Polîsan dîmenên kêliya binçavkirina Bêrîvan Altan û Denîz Nazlim belav kir. Tundiya li rojnamevanan hatiye kirin, di dîmenan de tê xuyan. Polîsan xwest rojnamevanên ku ji pişt ve kelemçekirine serê wan bi tewîne. Lê belê rojnamevanan li dijî vê li ber xwe da.