Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn 2022-10-25 14:21:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a li Qamişloyê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa dewleta tirk a bi balafireke bêmirov û biçek a duh li ser bajarê Qamişloyê, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Her ?wiha hişyarî li ser encamên xirab ku dewleta tirk hewl dide li herêmê pêk bîne, da.   Daxuyanî Rêveberiya Xweser wiha ye: "Dewleta tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me yê sûrî yê li herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo têkbirina îstiqrarê û derxistina tevliheviyê, hewl dide bi hemû îmkanên xwe sivîlan û malên wan bike hedef, ev jî bêyî tu astengiyên qanûnî û navneteweyî pêk tê. Ev veguherîneke metirsîdar û nîşana encamên xirab e û bi wê, rê ji dewleta tirk re tê vekirin aloziyan zêde bike.   Balafira bêmirov a biçek ku duh Qamişlo kir hedef berdewama rêze êrişên bi balafirên bêmirov e, bi her awayî nîşan dide ku dewleta tirk a dagirker bi awayekî eşkere şer radigihîne. Yê sûdê jê digirin jî hêzên çete û terorîst in, di serî de jî DAIŞ û nameyeke zelal a pêkanîna qirkirinê ye.   Hedefgirtina fermandarên QSD’ê yên ku şerê terorê kirine, her wiha hedefgirtina welatî, ?mal û milkên wan, karkerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ji hêla dewleta tirk a dagirker ve binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên exlaqî, mîsaq û peymanên navneteweyî ye.   Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de êrişa duh (24’ê Cotmehê) li ser Qamişlo û hedefgirtina yek ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser ku di encamê de 2 welatî şehîd bûbûn, şermezar dikin û em teqez dikin ku bêdengiya çi aliyeke ji aliyên aktîf li Sûriyê, bêdengiya civata navneteweyî û saziyên navneteweyî dikeve berjewendiya desteka siyasî ji dewleta tirk re û şerê wê li dijî sûriyan û herêmên me. Divê ev yek bi helwestên zelal û cesaret ku nirx û qanûnên navneteweyî teqez dikin werin nîşandan û divê di navbera hincetên dewleta tirk û şêweyên hedefgirtin û şerê wê yên bêrewa li dijî sûrî û herêmên me de ji hev bên cudakirin.   Em ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê teqez dikin ku em di parastina destkeftiyên gelê xwe û mafên wî yên îstîqrar, xwerêxistinkirin û parastina rewa de dewam dikin û li hember parastina destkeftiyên şoreşa gelê xwe de dudilî nabin."