Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin 2022-10-25 14:34:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.    Kurdên li Swîsreyê dijîn dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe, li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NT) ya li bajarê Cenevreyê amadehiya çalakiya rûniştinê dikin. Çalakiya ku dê di 26’ê cotmehê de dest pê bike dê 4 rojan dom bike. Desteya Kurd ya Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û ev bang kir: “Em hemû Kurdistaniyên li Swîsreyê, Kurdistaniyan, welatparêzan û hevalên xwe vedixwînin vê çalakiya xwe û pêvajoya çalakiyên bênavber.”