DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin 2022-10-25 15:15:22   ENQERE - Nûnerê DÎSK Basin-Îş’ê yê Herêma Enqereyê Turgut Dedeoglû got ku bi binçavkirina rojnamegeran re hewl didin mafê agahîgirtinê yê gel asteng bikin û wiha got: “Em baş dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin.”    Di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li gelek bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên Ma’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger û Derya Ren bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser buroya me ya Enqereyê de girtin û lêgerîna li buroya me piştî 6 saetan bi dawî bû.    Bi daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê aşkera bû ku rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine hatine biçavkirin.    HEWLDANA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ    Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Basin-Îş ê Herêma Enqereyê Turgut Dedeoglû diyar kir ku serdegirtina malên rojnamegeran, hewldana krîmînalîzekirina rojnamegerî û rojnamegeran e. Bi domdarî Dedoglû bal kişand ser dîmenên îşkenceyê yên di dema binçavkirinê de û wiha got: “Di dîmenan de xuya dibe ku rojnameger ji pişt ve hatine kelemçekirin, serê wan ditewînin û bi vê yekê re dixwazin ji gel re bibêjin ‘ev rojnamegeriyê nakin, dezenformasyonê belav dikin, gel dixapînin û alîkariyê didin rêxistinên terorê.’ Em baş dizanin ku ev hevalên me rojnameger in. Navnîşanên hevalên me diyar in û heke bang li wan bihata kirin dê biçûna û îfade bidana. Di civakên demokratîk de divê polîs di serî de rojnameger, bi vî awayî nêzî tu kesî nebin.”    ‘REJÎMA ZEXTÊ GIRANTIR DIKIN’   Di berdewamê de Dedeoglû destnîşan kir ku bi qanûna sansûrê re zexta li ser çapemeniyê jî dê girantir bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêk ew e ku di demekî desthilatdarî ber bi hilbijartinê ve diçe, hewl dide rejîmeke zextê ya girantir ava bike û nûçeyên rast di bin navê dezenformasyonê de rastiyê veşêre, pêşî li ber mafê agahîgirtinê ya gel bigirin û nûçeyên li gorî daxwaza desthilatdariyê bên çekirin. Ev pêvajo dan destpêkirin û di hefteya ewil de 10 rojnameger hatin binçavkirin. Dê berdewamiya vê were. Nayê qebûlkirin ku rojnameger bên derbkirin, tundî lê were kirin, bi ser malên wan de bê girtin û serê wan bê tewandin.    Destwerdana ewil li çapemeniya kurd û çapemeniya azad hat kirin. Heke em dengê xwe dernexînin û li dij dernekevin, dê ev yek li tevahiya çapemeniyê bê kirin. Heke em li dijî vê dernekevin, dê bi serê me tevan bînin. Lewma bang me ji bo gel ew e ku dengê xwe derxînin. Em baş dizanin ku dê bi van zextan nekarin çapemaniya azad bêdeng bikin. Ji ber ku bi sala ye em vê tecrûbe dikin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”