Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir 2022-10-25 15:23:28   STENBOL - Di doza ku Dayikên Aştiyê lê dihatin darizandin de, daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ hate redkirin.    Bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîga Îmraliyê tê ragirtin, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Di 9’ê gulana 2019’an de ku çalakî didomiya, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî hatibû lidarxistin û polîsan bi dijwarî êrişî çalakvanan kir. Di encama êrişê de 13 endamên Dayikên Aştiyê hatibûn binçavkirin. Derheqê Dayikên Aştiyê de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û “li gel ku endamên rêxistinê nînin, li ser navê rêxistinê sûc kirine” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Dayikên Aştiyê beşdarî danişînê nebûn lê parêzerên wan Dîlcen Çoban, Îshak Demîrel û Serhat Çakmak amade bûn.   DAXWAZA RAPOREKE DIN A PISPORAN NEHAT QEBÛLKIRIN    Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan destpêkir de, dozgeriyê ji bo ku di dema çalakiyê de dirûşm hatine berzkirin an na û hemana sûc pêk hatiye were diyarkirin daxwaza raporeke din a pisporan kir. Parêzeran bi lêv kir ku di dosyayê de rapora pisporan heye û tişteke kêm nîne.     AMADEKIRINA MUTALAYÊ     Parêzer Çakmak, derbarê muwekîlên xwe de daxwaza beraetê kir. Çakmak, diyar kir ku heke daxwaza wî were redkirin bila derbarê esasê de mutalaa bê amadekirin.    Dadgeha ku biryara xwe ya navberê aşkere kir daxwaza amadekirina raporeke din a pisporan qebûl nekir û ji bo derbarê esasê de mutalaa were amade kirin danişîn taloq kir.