Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin 2022-10-25 15:47:21   ÎZMÎR - Rojnamegerên Îzmîrê diyar kirin ku divê li dijî binçavkirina hempîşeyên wan helwesteke hevpar bê nîşandan. Rojnamegeran, got ku heman polîtîkayên desthilatdariyê berê jî bi ser neketin û dê îro jî bi ser nekevin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, îro di danê sibehê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke din li Amedê hat binçavkirin. Her wiha di bin navê lêgerînê de polîsan bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de girtin. Rojnamegerên Îzmîrê têkildarî binçavkirina hempîşeyên xwe axivîn.    ‘DIXWAZIN ÇAPEMENIYÊ BÊDENG BIKIN’   Nûnerê Rojnameya Evrenselê yê Egeyê Ozer Ozdemîr bal kişand ser qanûna sansûrê û wiha got: “Li dijî qanûnê bêyî ku muxalefetek bê kirin, ji meclisê derbas bû. Xuyaye ku bi vê qanûnê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Mirov dikare binçavkirina rojnamegerên kurd jî di çarçoveya vê qanûnê de binirxîne. Hikûmetê bi van binçavkirina helwesta xwe nîşan da. Di demên berê de jî hewl dan MA’yê bi binçavkirinan qels bikin. Bi sala ye AKP vê polîtîkayê dimeşîne. Lê van polîtîkayên di demên berê de bandor li nivîsandina rastiyan nekir û dê niha jî neke. Bi binçavkirina rojnamegerên kurd re dixwazin dengê raya giştî bêdeng bikin. Her kesê krîza siyasî û aborî vedibêje di hedefa desthilatdariyê de ye. Divê sendîka, rêxistinên kedê û tevahiya muxalefetê xwe birêxistin bike û bertek nîşan bide.”    ‘DIVÊ HELEWESTEKE HEVPAR HEBE’   Nûnerê Rojnameya Bîrgunê yê Egeyê Halîl Ertûnç jî got ku zextên li ser çapemeniya muxalîf di demên dawî de derketine lûtkeyê û ev tişt anî ziman: “Dixwazin ji hêla darayî û darazê ve çapemeniyê bêdeng bikin. Li welatekî demokratîk tiştên wiha nabin. Her ku hilbijartin nêz dibe, êrişên wan jî zêdetir dibin. Bi qanûna sansûrê re dixwazin dengê me bi tevahî qut bikin. Weke çapemeniya muxalîf, li dijî van zextan em bi MA’yê re ne. Em ê li dijî van bûyeran helwesteke hevpar nîşan bidin û binçavkiriyên heyî jî şermezar dikin.”    'STRATEJIYA BÊDENGKIRINA HEMÛ MUXALÎFAN’   Rojnameger Încî Hekîmoglû jî 16 rojnamegerên kurd ên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin bi bîr xist û wiha bertek nîşan binçavkirina da: “Demekî kin piştre jî qanûna sansûrê derxistin. Me baş dizanî ku bi vê qanûnê dê zext û destwerdanên polîsan zêdetir bibin. Her wiha me texmîn dikir ku ev zext û zordarî dê ji ewil li çapemeniya kurd bê kirin. Ev geşedan, têkiliya xwe bi pêvajoya hilbijartinê re heye. Dixwazin di vê pêvajoyê de tevahiya muxalefetê bêdeng bikin, bitepisînin û bi destê polîs û dadrazê stratejiyeke berfireh a bêdengkirinê pêş bixin. Ev qanûna sansûrê ne tenê çapemeniyê, tevahiya gel eleqeder dike. Dê êdî nekarin rastiyê bixwînin. Her wiha derheqê Şebnem Korur Fîncanci de ku dixwest îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolînkirin, lêpirsîn dan destpêkirin. Dê êdî nehêlin ku rastiya sûcên tên kirin bên weşandin. Heke hemû partî û raya giştî li dijî vê helwesteke hevpar nîşan nedin, em ê yek bi yek biçin.”