Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin 2022-10-25 15:48:34   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan yên Nobeda Edaletê didomînin destnîşan kirin ku ew 5 meh in li kolanan in û xwestin edalet bicih were.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan li Îzmîrê di roja 128’emîn de berdewam dike. Malbatên hatin pêşiya Edliyeya Îzmîrê êlekên li ser “Deng bide zindanan” li xwe kirin û dirûşmên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    Dayika girtiyê nexweş Henîfe Gumuş di nobetê de axivî û destnîşan kir ku ew wek dayik naxwazin şer û qetlîam pêk bên û got: “Li girtîgehan tedawiyên zarokên me nayên kirin. Dema dibin nexweşxaneyan jî wan dixin di qawişên yek kesî de. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Hemû girtiyên nexweş bila demildest werin berdan.”   Dayika girtiyê nexweş Hanîfe Sever jî xwest ku polîtîkayên şer û tecrîdê bi dawî bibin û got: “Em dibêjin aştî, ew zextan dikin. Ev 5 meh in em li kolanan in. Êdî bila edalet pêk were. Bila kes nemire, dayik negirîn. Bila ev şer dawî bibe.”