Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2022-10-25 16:25:19   DÎLOK - Şaxa OHD’a Dîlokê ji bo berdana girtiyên nexweş bang li wezareta dadê û saziyên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî kir.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Dîlokê bi mebesta ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Edliyeya Dîlokê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji girtiyên nexweş re” hatibû vekirin û li ser navê girseyê jî Hevserokê OHD’a Dîlokê Mûstafa Yalçin axivî.     Yalçin, da zanîn ku ji binpêkirina mafê jiyanê heta îşkenceyê, ji astengkirina xizmetên tenduristiyê heta sepanên otorîter, girtiyên nexweş rastî gelek binpêkirinên giran tên û wiha got: “Yek ji pirsgirêkên herî girîng jî rewşa girtiyên nexweş e û şertên wan ên girtîgehê ne ku tevî ewqas salan jî nehatine çareserkirin. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ji bo girtîgehên Tirkiyeyê hişyariya ‘girtiyên nexweş di bin xereyeke mezin de tên ragirtin’ kiribûn. Di her qanûnên nû de girtiyên nexweş derve tên hiştin. Bi Rêziknameya Têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran ku di 1’ê çileya 2021’an de kete meriyetê re jî pêşî li ber berdana wan hat girtin û li gel rêgeza wekheviyê, her wiha mafên wan ên jiyan, azadî û ewlehiyê jî hatin paşguhkirin.”   DI SALA 2022’YAN DE 50 GIRTIYÊN NEXWEŞ HATIN KUŞTIN   Bi domdarî Yalçin bangawaziyên di dema pandemiyê de ji bo berdana girtiyên nexweş li wezareta dadê hatine kirin bi bîr xist û wiha domand: “Lê hemû bangawaziyên me bêbersiv hatin hiştin. Ji ber biryarên nehatine dayîn an jî dereng hatine dayîn, mafê jiyanê yê girtiyên nexweş hat binpêkirin. An cenaze ji girtîgehan derdikevin an jî demekî kin piştî berdanê girtî jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî Emel Haceroglû ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, ji ber ku dereng rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji det da. Her wiha Nevzat Çapkin ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê dihat ragirtin û demekî kin piştre jiyana xwe ji dest da. Piştre jî agahiya mirina Zulfu Yildirim ji Girtîgeha Xarpêtê, ya Bazo Yilmaz ji Girtîgeha Rihayê, ya Mehmet Candemîr ji Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û hêj yên gelek girtiyên din hat. Tenê di sala 2022’yan de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.”   REWŞA OZKAN Û TÛGLÛK   Yalçin, da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê li ser jiyana girtiyên nexweş gefeke mezin e û axaftina xwe wiha qedand: “Di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de ji bo paşdexistina cezayê girtiyên nexweş gelek caran serlêdan hatin kirin lê encamek jê derneket. Çendek roj berê Ozkan dîsa rakirin nexweşxaneyê û li beşa lênihêrîna awarte hat ragirtin. Lê piştre bi awayekî dermirovî destên wî kelemçe kirin û şandin girtîgehê. Di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de em bang dikin ku hemû girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan. Bêyî ku mirin zêdetir bibin, divê desthilatdariya siyasî û rayedar tevdîrên pêwîst bigirin. Banga me ji bo wezareta edaletê û rêxistinên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku maf û azadiyên bingehîn ên girtiyên nexweş esas bigirin û bikevin nava liv û tevgerê.”