Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin 2022-10-25 16:36:53   AMED - Rojnamevanên li Amedê dixebitin diyar kirin ku bi binçavkirina rojnamevanên kurd dixwazin hemû rojnamevanan bitirsînin û xwestin hevpîşeyên wan bên berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan li 9 bajaran bi ser malên rojnamevanên kurd ên xebatkarên Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNewsê de girtin. Nûçegihanên MA’yê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren (di çarçoveya lêpirsînek din de) hatin binçavkirin. Rojnamevanên li bajarên cuda hatin binçavkirin, birin Enqereyê.    Rojnamevanên li Amedê dixebitin binçavkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin û xwestin tavilê bên berdan.    ERBAY: HEVPÎŞEYÊN ME BERDIN    Ji Gazete Duvarê Vecdî Erbay diyar kir ku hê li ser qanûna sansûrê nîqaş hebûn lê vê sibehê ew bi binçavkirina rojnamevanên kurd şiyar bûn û wiha got: “Emniyeta Enqereyê ji hevpîşeyên me re gotiye, ‘qaşo’ rojnamevan in. Lê bila her kes viya baş bizanibe rojnamevan ji ber xebatên xwe yên nûçeyan tên girtin. Lê ew ev hevpîşeyên me dest ji rojnamevaniyê bernedin. Em carek din dibêjin rojnamevanî ne sûc e û hevpîşeyên me tavilê berdin.”    BALIKÇI: DIXWAZIN BITIRSÎNIN    Rojnamevan Farûk Balikçi jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanên kurd da û wiha got: “Dixwazin bi binçavkirinê rojnamevaniyê krîmînalîze bikin. Dixwazin yasaya dezenformasyonê rojnamevanan bitirsînin. Lê divê bê zanîn ku wê rojnamevanî bêdeng nebe. Divê bê zanîn gefxwarina li rojnamevanan, binçavkirin û girtina rojnamevanan ne çare ye.”    TOPAL: PÊWÎSTÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE    Rojnamevan Firat Topal jî destnîşan kir ku îktidara AKP’ê rojnamevanên kurd dike armanc û wiha got: “Îktidara ku li Kurdistanê têk diçe, demek dirêje zextan li ser rojnamevanan dike. Her çiqas qanûna sansûrê hatibe erêkirin jî lê bi salane ji xwe ev qanûn tê sepandin. Dixwazin bi binçavkirina hevpîşeyên me, hemû rojnamevanên kurd bitirsînin. Lê helbet rojnamevanên kurd heta îro paşve gav neavêtine û dê vê heqîqetê her bigihînin gel. Lê divê ji daxuyaniyan bêtir, torek piştevaniyê bê hûnandin.”