Rojnamevan Derya Ren hat girtin 2022-10-25 16:55:04   AMED - Rojnamevan Derya Ren a ku di saetên serê sibehê de hat binçavkirin, hat girtin.    Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de serê sibehê li Amed, Enqere, Stenbol, Wan, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê bi ser mala rojnamevanên kurd de hat girtin û 11 rojnamevan hatin binçavkirin. Derya Ren jî li Amedê ji ber dosyayeke cuda hat binçavkirin.    Derya Ren ji ber cezayê wê yê hatibû teqezkirin hebû sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Biryara girtinê li edliyeyê li rûyê Ren hat xwendin û ew şandin Girtîgeha Amedê ya Jinan.