Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin 2022-10-26 10:37:24   STENBOL - Jinên li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ne bi armanca nerazîbûn nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bidin bo 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin.    Jinên li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan girtî ne, ji bo balê bikişînin ser xebernegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çekên kîmyewî ku Tirkiye li dijî endamên HPG’ê bikar tîne û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bos ê rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.    Jinên li sê qawîşên cuda tên ragirtin bi rêya parêzerên xwe peyamek ji raya giştî re şandin. Jinên girtî destnîşan kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û wan bi armanca nerazîbûna li dijî bikaranîna çekên kîmyewî biryara greva birçîbûnê girtin e. Jinên girtî diyar kirin ku divê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî şandeyek serbixwe bê avakirin û biçe li herêmê lêkolîn bike û di vê derbarê de banga hestiyariyê li raya giştî kirin.