Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin 2022-10-26 11:15:44 AMED - Parêzer Resûl Temûr bi bîr xist ku 140 roj in îdianameya 16 rojnamevanên girtî bi awayek kêfî neayê amadekirin û ji berk u rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû li dijî wan pêk hat.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsînek da destpêkirin de di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de jî ji 22 kesan 16 rojnamevanên kurd hatin girtin. Ev 16 rojnamevanên kurd 140 roj in girtî ne û hê jî îdianameya wan nehatiye amadekirin. Beriya îdianameya rojnamevanan bê amadekirin, vê carê duh li 9 bajaran li dijî rojnamevanên kurd operasyonek nû hat lidarxistin û 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê hatin binçavkirin.    Parêzerê 16 rojnamevanên girtî Resûl Temûr têkildarî girtin û binçavkirina rojnamevanan axivî.    'BI KÊFÎ DEMA GIRTINÊ TÊ DIRÊJKIRIN’    Temûr diyar kir ku wisa xuya dike bi berhevkirina delîlan re ku biryara binçavkirinê hatiye dayîn tu delîlek nû ku bê dîtin nîne û divê ev wisa bê qebûlkirin û div ê çarçoveyê de dosye di asta ku îdianameyê amade bike de ye û divê ev jî wisa bê qebûlkirin. Temûr anî ziman ku tevî vê yekê jî dozger bi hêceta li benda encama lêkolîna materyalên dîjîtal in îdianameyê amade nekirine û got: “Halbûkî ew materyalên dîjîtal, computer, hard disk, kamera û telefonên rojnamevan in. Hemû di xebatên rojnamevaniyê de hatine qebûlkirin. Ev alav nabin mijara tawanbariyê. Ev yek jî dide nîşandan ku dema girtina rojnamevanan li benda delîlek sûc ê suprîz ji wan materyalan derkeve û li dosyeyê bê zêdekirin.”    'OPERASYON PÛÇ BÛ’    Parêzer Temûr bertek nîşanî binçavkirina gelek rojnamegeran ku duh di operasyonek nû de bi muemeleya xerab hatin binçavkirin da û got: “Hê îdianameya rojnamegerên girtî nehatiye amadekirin lê li dijî rojnamegeran operasyonek nû hat kirin. Bi kelemçekirina ji pişt ve û serî tewandinê dixwazin ku poşmantiyê bi rojnamevanan bidin qebûlkirin. Dîmen didin nîşandan ku rojnamevan ji xebatên xwe yê rojnamevaniyê poşmantiyê qebûl bikin. Ji ber ku rojnamegerên girtî teslîm nebûn û poşmantiyê qebûl nekirin, operasyonek nû hat kirin. Ji ber ku rojnamgerên hatin binçavkirin serê xwe netewandin, operasyona li dijî rojnamegerên kurd pûç derketiye.”   16 ROJNAMEGER 140 ROJ IN GIRTÎ NE    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin.