Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin 2022-10-26 11:28:23 COLEMÊRG - Li gundê Sorê yê Geverê ku di bin dorpêça leşkeran de ye, zarokekî 16 salî di dema binçavkirinê de hat derbkirin.  Walîtiya Colemêrgê di 24’ê îlonê de bi hinceta “ewlehî û nîzamê” gundên Sorê û Zêvkan ên Gever a Colemêrgê weke herêmên “ewlehiya taybet” ragihand û derketina deşt û zozanên van gundan qedexe kir. Bi biryara qedexeyê re gelek leşker ber bi vê herêmê ve hat sewqkirin û tevgera helîkopteran jî hêj didome. Duh danê sibehê de li dijî gundên Tilorana Jor, Tilorana Jêr, Yêkmala Jêr, Pagê, Kuçe, Hirmîn, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên Geverê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Operasyona leşkerî ya li herêmên navborî didome û liv û tevgera helîkopteran heye.    BI DARÊ ZORÊ DEST DANÎN SER TELEFONA WÎ   Li gundê Sorê ku niha di bin dorpêça leşkeran de ye, dema zarokê 16 salî M.A. xwest ku biçe pezê xwe biçerîne, di danê sibehê de ji aliyê leşkeran ve binçavkirin. Hat zanîn ku leşkeran tahde li M.A. kirine û bi darê zorê telefona wî jê hatiye standin û li naveroka wê nihêrtine. Hat ragihandin ku leşkeran bi hinceta hinek dîmen û wêneyan, M.A. binçav kirin û di wesayîta zirxî de derb kirine. Malbata M.A. ku demekî dirêj agahî ji zarokê xwe negirtin, dest bi lêgerînê kirin û herî dawî hîn bûn ku li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê di bin çavan de ye.    NEXWEŞXANEYÊ RAPORA DERBKIRINÊ NEDA   Li gorî agahiyan, M.A. heta saet 23.00’an li fermandariyê hatiye ragirtin û piştre jî derbasî nexweşxaneyê hatiye kirin. Lê belê bijîşkên nexweşxaneyê rapora derbkirinê nedan M.A. û piştre hat berdan.    Her wiha çavkaniyan da zanîn ku leşkerên gund dorpêçkirin, bi ser gelek malan de girtine.