Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin 2022-10-26 11:56:38 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bal kişand ser qanûna taybet a bi hejmara 5564’an û wiha got: “Ev qanûn dibêje ku kesên bi bikaranîna çekên kîmyewî sûc dikin dikarin bên darizandin.”   Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin bi çekên kîmyewî yên li gorî peymanên navnetewî weke sûcê li dijî mirovahiyê tên qebûlkirin berdewam dike. Li gorî bilançoya şer a HPG’ê aşkere kir, dewleta tirk di navbera 14’ê nîsan û 14 cotmehê de 2 hezar û 467 caran çekên qedexe û kîmyewî bikaranî ye. Di encama van êrişên dewleta tirk de di mehên tebax, îlon û cotmehê 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.    Dîmenên têkildarî keliya dawî yên 2 endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî yên li hemû cîhanê weke sûcê li dijî mirovahiyê tên qebûl kirin bandor bûbûn û jiyana xwe ji dest dabûn, di rayagiştî de bertek bilindkirin. Şermezarkirinên li dijî êrişên dewleta tirk berdewam dikin û ji Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyewî (OPCW) re bang tên kirin ku li herêmê lêkolînan bike. OPCW’ya ku bêyî serlêdanên dewletên endamên wê ne nikare lêkolînan bike, bêdengiya xwe didomîne.    MALBATAN SERÎ LI ÎHD’Ê DA!   Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, asta bikaranîna çekên kîmyewî ya hiqûqa navnetewî û navxweyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Turkdogan, bal kişand ku li pişt tevnegerîna OPCW’yê ya têkildarî mijare “sûckirina dewletan” heye.    Turkdogan, da zanîn ku malbatên endamên HPG’ê yên di êrişa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane serî li ÎHD’ê dane.    HIQÛQA MIROVÎ YA NAVNETEWÎ   Turkdogan, diyar kir ku Protokola Cenevreyê ya bi dîroka 1949’an hiqûqa şer sererast dike û wiha got: “Em ji vê re dibêjin ‘Hiqûqa Mirovî ya Navnetewî’. Di çarçoveya van peymanan de têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî tu tişt nîne lê belê hem navbera dewlet hem jî pevçûna navbera dewlet û rêxistineke çekdar de vedihewîne. Ev yek bi biryarên dawî yên Dadgeha Ceza ya Taybet a Yûgoslavyayê re bi zelalî tê xêzkirin. Ev yek wê ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve bê kontrolkirin.” Turkdogan, anî ziman ku kontrolkirina şerên sûc a Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî girêdayî destûra dewletan e û got ku ev yek yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Hiqûqa Însanî ya Navneteweyî ye. Turkdogan, bal kişand ku ji bo pêşketina zagonên şer gelek sal derbas bûne û wiha berdewam kir: “Peymana Cenevreya yekemîn di sala 1864’an de dest pê dike. Di dawîyê da di sala 1949’an da bi çar peymanên bingehîn ve hat girêdan. Di sala 1977’an da protokolên hejmarên 1 û 2’yê ketin dewrê. Tu dikarî bifikirî? Rêzikên zagonên şer bi temamî 113 sal şûn da bi hin rêzikan ve girêdayî ne. Di sala 1988'an de qanûna Romayê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat qebûlkirin û dadgeh ji sala 2000'î û vir ve dixebite.”   NÎQAŞÊN DI SALÊN 1800’AN DE DEST PÊ KIRIN   Turkdogan, qal kir ku nîqaşên di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de di salên 1800’î dest pê kirine û bi lêv kir ku peyaman ewil a têkildarî mijarê hatiye hilberandin “Protokola Qedexekirina Bikaranîna Gazên Fetisansin, Jehrkirin û mîna wan û Amûrên Bakteriyolojîk ên di şer de” bi dîroka 17’ê Hezîrana 1925’an e. Turkdogan, diyar kir ku Tirkiye ji sala 1925’an û vir ve alîgirê vê protokole ye û got: “Piştî ku ev protokol têr nayê dîtin û di encama nîqaşên dirêj de di sala 1993’an de ‘Peymana Qedexekirina Pêşvebirin, Hilberîn, Stokkirin û Bikaranîna Çekên Kîmyewî û Îmhakirina wan’ hat qebûlkirin. Tirkiyeyê di 29’ê nîsana 1997’an de ev peyman îmze kir û bi Qanûna bi Hejmara 4238’an re xist meriyetê. Tirkiye niha xwedî peymaneke bi vî rengî ye ku neçar e li gorî wê tevbigere.”   QANÛNA TAYBET A BI HEJMARA 5564   Turkdogan, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di 14’ê kanûna 2006’an de qanûneke taybet a bi hejmara 5564’an derdixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di fiqreya 9’emîn a xala 6’emîn a vê qanûnê de tê gotin ku kesê li dijî qanûnê çekên kîmyewî bikartînin û sûc dikin li dorî xala 11’emîn a qanûna bi hejmara 5237’an dikare bê darizandin. Bi gotineke din, eger welatiyên Komara Tirkiyeyê li îdîayeke li ser bikaranîna çekên kîmyewî li derveyî welat rast bên, serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo lêpirsîna van îdîayan wezîfedar e. Ji ber vê yekê, Tirkiye welatekî ku di vî warî de erkên navneteweyî lê hatine barkirine.”   BAL KIŞAND SER HIQÛQA NAVXWEYÎ   Turkdogan, axaftina xwe wiha domand: “Eger Tirkiye bûye aliyekî peymanekê û di vê mijarê de qanûneke taybet derxistibe û hûn difikirin ku hiqûqa mijara gotinê hatiye binpêkirin, divê malbatên kesên ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dane gilî bikin û serî li rêyên hiqûqî bidin. Niha tişta herî girîng a ku divê were kirin ev e. Wezareta Parastinê li ser mijarê daxuyaniyek da. Madem îdîayan qebûl nakin, di nava dewletê de mekanîzmayên kontrolê yên îdarî hene. Destûr bidin ku ev mekanîzma kontrol bikin. Bila Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîna pêwendîdar bi rê ve bibe. Di encama van hemû lêpirsînan de bila ev îdîayên tên kirin bên aşkerakirin. Naxwe wê mexdûr her tim îdîa bike û gumanbar jî wê timî red bike. Rêya dawîanîna li vê yekê, xebitandina rêziknameya hiqûqa navxweyî ye.”   ‘HEMÛ DEWLETAN SÛC KIRIN’   Turkdogan destnîşan kir ku li gorî Peymana Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî divê têkildarî îdiayên tên qalkirin dewleteke alîgir serlêdan bike û ev tişt gotin: “Li gorî peymanê OPCW hat avakirin. Ev rêxistineke NY'yê ye. Yekane rêxistin e ku xwedî wê rayeyê ye ku li cih lêkolînan bike bê ka çekên kîmyewî hatine bikaranîn an na. Her wiha ji ber ku tê diyarkirin ku çek li ser xaka Iraqê hatine bikaranîn, Iraq her tim dikare li gorî mafên xwe yên serwer lêkolînan bide destpêkirin. OPCW ji bo lêkolînên cihê bûyerê nikare biçe cihê bûyerê, peywireke xwe ya bi vî rengî nîne, lê belê ev rêxistin dikare kontrolên plankirî yan jî bê plan bi gel dewletên alîgir re bike. Ev tenê venêranek e bê ka li welatên têkildar çekên kîmyewî têne hilberandin û hilanîn. Çima ev peyman wiha hatine sererastkirin? Ji ber ku hemû dewlet mixabin tev li sûcan bûne. Ji ber ku tu dewlet bawerî bi hev naynin, peyman bi vî awayî tên çêkirin. Ji ber vê yekê ew peyman ne li gorî tevgerên mafên mirovan ên cîhanê ne. Beriya sed salan behsa navên van peymanan jî nedihat kirin.”   Turkdogan di axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên ku OPCW tenê bi serlêdana dewletan re tevdigere, gelên bêdewlet ên wekî gelê kurd di qada navneteweyî de bi tenê hatine hiştin û wiha got: “Li vir pêwîst e mijarê ber bi mekanîzmayên kontrolê yên cuda ve bibin. Ya rêveberiya Federe ya Kurdistanê ya li Iraqê wê piştrast bike ku bi rêya Dewleta Iraqê serlêdan were kirin an jî hiqûqa navxweyî ya li Tirkiyeyê bê ewlekirin. An jî pêwîst e raya giştî ya demokratîk a mezin a cîhanê biafirîne û hin dewletan neçar bike ku peymanan nû bikin. Hem Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û hem jî Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Ewropayê van hemû mijaran nîqaş dikin. Mînak Rûsya di êrîşa xwe ya li hemberî Ûkraynayê de hema bêje çekên mîna bombeyên nukleerî bi kar anî, lê cîhan bêçare ye. Tevî ku Ûkrayna dewleteke serwer e jî, tiştek nayê kirin. Ji ber ku Rûsya endameke daîmî yê Konseya Ewlekariyê ye. Ji ber ku wê veto kir, tu biryar nikare derkeve. Daîreya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan tenê li ser esasê dozên takekesî dikare bê tevgerîn. Di vê nuqteya ku cîhan lê hatiye de, di warê maf û azadiya şexs de rêyeke girtî nîne. Eger şexsê A di êrîşê de miri be, mîrasgirên wî yên hiqûqî dikarin li hemû mafên xwe bigerin, lê belê di mijara civakê de heta ku dewlet li ser navê wan tevnegerin, pêvajo nikare bê xebitandin.”   CEZAYÊ WÊ MUEBBETA GIRANKIRÎ YE   Turkdogan diyar kir ku eger OPCW di encama serlêdana her dewletekê de li herêmê lêkolînan bike û li ser bikaranîna Tirkiyeyê ya çekên kîmyewî raporekê amade bike, wê mijarê bibin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rapor wê li Tirkiyeyê bibe pispor. Turkdogan, da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê wê neçar bimîne doza cemaweriyê veke û got: “Di TCK’ê de cezayê bi bikaranîna çekên kîmyewî ya kesekî kuştina qestî ya kesekî mûebbeta girankirî ye.”   PROTOKOLA MÎNNESOTAYÊ    Turkdogan, da zanîn ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî û berhevkirina delîlan hin protokol hatine avakirin û destnîşan kir ku divê delîl li gorî van protokolan werin komkirin. Turkdogan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Weşandina dîmenên milîtanên çekdar ên jiyana xwe ji dest dane, dibe ku li qada navneteweyî têrê neke. Ji cihê bûyerê çiqas delîl hatine komkirin? Hin bûyer hene ku sal di ser re derbas bibin jî, hin bermayî dimînin. Tişta ku Protokola Mînnesota sererast dike ev e. Ev yek eger îro nebe wê di dema pêş de pêk were. Heke li ser milîtanên çekdar ên jiyana xwe ji dest dane bermahiyên kîmyewî hebin, wê bi hêsanî tune nebin.”   Turkdogan bi bîr xist ku piştî ji Swîsre û Almanyayê şandeyên serbixwe çûn herêmê xwestin lêkolînê bikin ji aliyê hikumeta herêmê ve hatin astengkirin û got: “Di vê rewşê de divê mirov dewleta Iraqê û herêma Kurdistana Federe rexne bike. Ji ber çi asteng dikin? Heke bi sedemên keyfî astengkirin hebe divê mirov mekanîzmayên navxweyî yên wî welatî têxe meriyetê. Bi vî awayî dê dewleta Iraqê û rêveberiya herêmî wê di bin gumanan de bimînin.”   ‘BÎLANÇOYÊN TÊN AŞKEREKIRIN GELEK BIÊŞIN’   Turkdogan, destnîşan kir ku bîlançoyên tên aşkerekirin “gelek giran in” û got: “Êdî yekane canê me yê li Tirkiye, Iraq, Sûriye an jî Îranê winda bike nîne.” Turkdogan, bi lêv kir ku weke parêzvanên mafên mirovan rewşa heyî di çarçoveya aştiyê de dinirxînin û ev tişt gotin: “Di holê de pirsgirêkeke kurd heye. Heke ev pirsgirêk bi şer neyê çareserkirin, yekane tişta were kirin diyalog û müzakere ye. Ev nîqaş hemû didin nîşandan ku dema muzakereyan hatiye. Ji ber dewletan di qada navnetewî de li aliyê gerandina maf hêj xetimandin hene. Ji ber vê yekê divê mirov bizane ku pirsgirêk bi şer û xwe spartina dewletan nayên çareserkirin. Bîlançoyên tên aşkerekiri gelek biêşin. Tu rêbazên tên bikaranîn nayên qebûlkirin. Her canek gelek bi nirx e. Divê em li ser bidawîbûna şer bisekinin.”   DIVÊ PÊVOJA LÊGERÎNA MAF BÊ XEBITANDIN   Turkdogan, bang li malbatên endamên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane kir û wiha bi lêv kir: “Malbat dikarin bi gotina ‘zarokê min ji ber çi jiyana xwe ji dest da’ giliyê bikin. Hewce bibe wê Meclis an Lijneya Kontrolkirina Cemaweriyê bikeve dewrê. Di encama van serlêdanan wê derkeve holê ku çi qewimiye. Kiryarên nediyar ên di salên 90’î de, windakiriyên di bin çavan de an jî şewitandina gundan di encama serlêdanên malbatan bi dozên piştî demekî dirêj hatin vekirin yek bi yek tên ronîkirin. Li Meclisê komîsyonên lêkolînê hatin avakirin û em bi raporan hîn bûn ku çi qewimî ye. Divê ev pêvajoya lêgerîna mafan bê xebitandin.”   Turkdogan, diyar kir ku di fiqreya 5’emîn a xala 6’an a TCK’ê bikaranîna madeyê kîmyewî weke “çek” hatiy penasekirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di qanûna ceza ya xwe bi xwe de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kiriye û weke sûc hesibandiye. Teqez divê rêya hiqûqa navxweyî bidin xebitandin. Heke encam neyê girtin divê rêyên hiqûqa navnetewî bên xebitandin. Çekên kîmyewî di bîra civakan de xwedî cihekî xerab e. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de an jî di Komkujiya Dêrsimê de tiştên tirsnak qewimîn. Dema ku sibe civak li hev bikin, em dixwazin ku bîranînên wan ên ku dê hevdu biêşînin nebin.”   MA / Firat Can Arslan