Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan 2022-10-26 21:57:43 ENQERE - Rojnamevan Zemo Aggoz bi şertê hepsa malê û kontrola edlî hat berdan.   Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zemo Aggoz, dayika pitikeke 45 rojî ku di 25'ê Cotmehê de di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.   Rojnamevan Aggoz piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Enqereyê hat kirin. Aggozê li vir îfade da dozgeriyê. Dozgeriyê jî bi şertê hepsa malê û kontrola edlî Aggozê berda.