'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye' 2022-10-27 09:01:21   STENBOL - Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Nesîm Ozkan got: "Divê tevahiya civakê li dijî binpêkirina mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş rabe."    Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş xirab dibe. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Her wiha li gor rapora ÎHD'ê di 10 mehên dawî de jî 63 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê di 12'ê cotmehê de Suphan Çabûk jiyana xwe ji dest dabû.    Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Nesîm Ozkan têkildarî rewşa girtîgehan axivî.    'VEGUHERÎNE MIRINXANEYÊ'   Ozkan got ku ji sala 1982'yan ve li girtîgehan komkujî rû didin û bal kişand ser girtiyên ku di salên dawî de hatine qetilkirin. Ozkan girtîgehan wekî "mirinxaneyê" bi nav kir û got ku di girtîgehan de kesên li ber pergalê serî natewînin hedef tên girtin.    NOBEDÊN EDALETÊ   Ozkan Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin tên lidarxistin bibîr xist û got ku tekane daxwaza malbatan ew e ku girtî li girtîgehan nemirin. Ozkan destnîşan kir ku derdorên demokratîk pir xwedî li van nobedan derneketine û wiha got: "Me hemû berpirsiyarî avêtiye ser milê girtiyan û malbatên wan."    Ozkan bibîr xist ku di vî warî de hin berpirsên dewletê jî hene û demildest divê daxwaz bên qebûlkirin. Ozkan bal kişand ser raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî ku raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" dide girtiyan û got ku ev biryar ne derî biryarên dewletê ne.    'BI GIRTÎGEHAN GEFÊ LI CIVAKÊ DIXWIN'   Ozkan destnîşan kir ku dewlet bi girtîgehan gefê li civakê dixwe û got ku bi vî awayî dixwaze civakê têxe bin kontrola xwe. Ozkan bilêv kir ku tişta tê kirin tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tûglûk. Ozkan anî ziman ku meseleya girtîgehan meseleya tevhiya civakê ye û got: "Eger tu rabî bi nexweşînê civakê terbiye bikî, li qisûrê nenêre kes serî natewîne."    Ozkan di dawiyê de anî ziman ku civak êdî mirinên li girtîgehan wekî mirinên "jirêzê" dibîne û wiha got: "Ger ew mirov ji ber nexweşînekê jiyana xwe ji dest bidin, ev cinayet e. Belkî bi awayekî fîzîkî destnedayînek tune be, lê ev rêkirina ber bi mirinê ye. Girtîgeh bûne pirsgirêka giştî ya civakê. Lewma divê tevahiya civakê li dijî binpêkirina mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş rabe. Dayikek dibêje 'Ez nikarim xwarineke germ çêbikim û bidim zarokên xwe, ji lew re wijdanê min di girtîgehê de ye.' Civaka ku dilê wê dayikê nebîne, nexwe ser wijdana xwe nixumandiye. Ji lew re gava bibîne dê xwedî lê derkeve. Qey polîtîkaya çavtirsandin û tepisandinê û fikar tune ne? Hene. Yanî Tirkiye ne aram e. Lê divê fikara mirovekî/ê nebe sedema jiyana mirovekî/ê. Eger fikar bibe sedema mirina hevalekî/e min divê ez xwe i wê fikarê dûr bixim."