‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’ 2022-10-27 10:30:19 MÊRSÎN - Nûçegihanê PÎRHA’yê yê Mêrsînê Dîren Keser diyar kir ku dixwazin bi binçavkirina rojnamevanan têgihiştinek din çêkin. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî got îktidar dixwaze dengê rastiyê qut bike.    Piştevaniya ji bo nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JinNewsê ku di 25’ê cotmehê de hatin binçavkirin û niha li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin berdewam dike. Ji 11 nûçegihanan, rojnamevan Zemo Aggoz duh piştî karûbarên îfadeyan bi biryara hefskirina li malê hat berdan.    Li Mêrsînê rojnamevan, siyasetmedar û rêxistinên sivîl piştevaniya rojnamevanan dikin.    ‘DIXWAZIN ROJNAMEVANAN Û CIVAKÊ BITIRSÎNIN’    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) yê Mêrsînê Dîren Keser diyar kir ku bi binçavkirina rojnamevanan dixwazin civakê û rojnamevanan bitirsînin. Keser da zanîn ku binçavkirin û girtina rojnamevanan ne tiştek nû ye û hê îdianameya 16 rojnamevanên li Amedê nehatiye amadekirin û divê hemû rêxistinên rojnamevanan li ber binçavkirin û zextên li ser rojnamevanan rabin û vê rewşê qebûl nekin. Keser anî ziman ku bi van binçavkirinan dixwazin dengê Emîne Şenyaşar û hemû kesên edalet, azadî, demokrasî û aştiyê dixwazin bê qutkirin.    ‘DIXWAZIN DENGÊ RASTIYÊ QUT BIKIN’    Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî destnîşan kir ku bi geşedanên piştî qanûna sansûrê re îktidar dixwaze bi mekanizmaya otokontrolê pêşî li nûçeyên rasteqîn ê çapemeniya azad bigire û dixwaze dengê rastiyê qut bike. Sariyildiz got îktidar dixwaze bi vê operasyonê peyama zilmê û faşîzmê bide civakê. Sariyildiz vê operasyonê wek “rêbaza şerê derûnî” pênase kir û xwest rojnamevan bên berdan.    HELWESTA HEVPAR    Hevserokê ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr jî diyar kir ku li Tirkiyeyê di demên dawî de sepanên antî demokratîk gelek zêde bûne û îktidar dixwaze bi rêbaza têgihiştinê xebatên çapemeniya azad terorîze bike û divê her kes li dijî vê rabe û helwestek hevpar nîşan bide.