57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan 2022-10-27 10:32:28   STENBOL - Li Stenbolê 57 kesên ji ber bertek nîşanî binçavkirina Prof. Dr. Şebenem Korur Fîncanci û rojnamegerên binçavkirî dabûn hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.     Jin Bi Hev Re Bihêzin, duh li pêşiya Operaya Sureyya a li Kadikoya Stenbolê binçavkirina Seroka Yekitiya Tabiban a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û 11 rojnamegeran şermezar kir. Polîsên ku biryara qeymeqamtiyê ya qedexekirinê kirin hêcet, êrişî çalakiyê kirin û bi lêdanê çalakvanan kirin binçavan. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ku li heman cihî de kom bûn jî rastî astengkirina polîsan hatin û di herdu çalakiyan de 57 kes hatin binçavkirin û wan birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.     57 kesên bi tawanbariya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan a bi hejmara 2911'an" li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê îfade dan û piştî kar û barên îfadeyan hatin berdan.