Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin 2022-10-27 11:56:57   RIHA - Şaxa OHD’a Rihayê ji bo betalkirina qedexeya çalakî û xwepêşandan a walîtiyê, li Dadgeha Kargêrî doz vekir.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ji bo betalkirina qedexeya çalakî û xwepêşandanan ku Walîtiya Rihayê ji bo 15 rojan ragihandibû, li Dadgeha Kargêrî doz vekir. Di daxwaznameya dozê de hat destnîşankirin ku biryarên walîtiyê li dijî qanûnan û hiqûqê ye û bi van biryaran mafê civîn û xwepêşandanan tê binpêkirin. Her wiha OHD’ê diyar kir ku tu bingeheke biryarên qedexeyê nîne.    ‘MAFÊ MEŞÊ HAT BINPÊKIRIN’    OHD’ê bi bîr xist ku walîtî ji bo qedexeyên xwe hincetên weke “ji bo parastina ewlekariya neteweyî, pergala cemaweriyê, pêşîlêgirtina sûc, parastina maf û azadiyên bingehîn” nîşan dide û bi vê yekê re jî mafê civîn û xwepêşandanan ku di Xala 34’emîn a Makeqanûnê de ye hatiye binpêkirin.  OHD’ê xwest ku ev biryara qedexeyê bê betalkirin.