Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya 2022-10-27 12:09:17   AMED - Li gel ku DMME’yê ji bo rakirina parêzbendiya Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş de biryara binpêkirinê dabû jî, darizandina Beştaş dom kir.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di mijara rakirina parêzbendiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di sala 2016’an de biryara binpêkirinê dabû. Tevî biryara DMME’yê jî darizandina Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş berdewam kir. DMME’yê ji bo rakirina parêzbendiya 40 parlamenteran biryara binpêkirinê dabû û yek ji wan jî Beştaş bû. Li gel ku Beştaş di sala 2018’an de dîsa bû parlamenter û parêzbendiya wê çêbû, doza wê ya li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Beştaş beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wê Mehmet Emîn Aktar û Mesût Beştaş di danişînê de amade bûn.    Parêzerên Beştaş biryara DMME’yê bi bîr xistin û xwestin ku doz bê sekinandin. Parêzeran got ku miwekîla wan di sala 2018’an de dîsa mafê parêzbendiya wergirtiye û biryarên Dadgeha Makeqanûnê ya derheqê Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû û Parlamenterê HDP’ê Omer Feruk Gergerlîoglû bi bîr xistin û xwestin ku di çarçoveya biryara DMME û xala 83’yemîn a Makeqanûnê de doz bê sekinandin.    Dadgehê biryar da ku dê daxwaza sekinandina dozê piştre binirxînin û doz taloqî 29’ê mijdarê kir.