Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin 2022-10-27 13:13:51 AMED - Doza ku di raya giştî de weke “Doza îstîsmarê ya Pasûrê” tê zanîn, tevî ku gelek cara şandeya dadgehê diguhere jî tu encam jê nayên girtin. Di danişîna dozê de piştî 2 sal û 8 mehan, dîsa biryara amadekirina mutalaayê derket.    Zarokek, 13’ê hezîran û 21’ê adara 2015’an de li navçeya Pasûr a Amedê bi awayekî sîstematîk rastî êrişa zayendî ya 86 zilaman hatibû. Li ser giliyê zarok, derheqê 60 kesan de doz hatibû vekirin. 21’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de parêzerên zarok û bersûcan amade bûn. Li gel ku dadgehê tevlibûna wan ferz kiriye jî tu bersûc beşdarî danişînê nebûn.    Di 11’ê nîsana 2019’an de bi daxwaza cezakirinê mutalaa hatibû amadekirin. Lê belê ji ber ku gelek caran şandeya dozê guherî û daxwaza jinûvedarizandinê hat kirin, doz bi tu awayî negihiştibû ber qonaxa biryardayînê. Piştî 2 sal û 8 mehan, biryar hat dayîn ku mutalaa dîsa were amadekirin.    Dozgerê ku li şûna dozgerê dozê hatiye tayînkirin, xwest ku ji bo lêkolînkirina dosyayê û amadekirina mutalaayê dosya ji wî re bê şandin.    Dadgehê jî biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin û danişîn taloqî 2’yê adarê kir.