Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci 2022-10-27 13:23:37   ENQERE - Siyasetmedar Aynûr Aşan a ji Doza Kobanê tê darizandin di danişînê de piştgiriya xwe ji bo Şebnem Korur Fîncanci eşkere kir û got: “Şebnem Korur Fîncanci xwest bûyer bê lêkolînkirin. Wekî serdema navîn mirovan recm dikin.”    Danişîna 18’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja sêyemîn de li Eywana Danişînê ya Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.    Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, parêzer û gelek kes dozê dişopînin.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li eywana danişînê amade bûn û girtiyên li girtîgehên cuda jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hatin kirin.    Danişînê bi xwendina nasnameyan û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Ewilî endamê MYK’a HDP’ê Îsmaîl Şengul axivî û parastina xwe kir.    ‘MIROV TÊN RECMKIRIN’   Piştre siyasetmedara kurd Anûr Aşan jî axivî û bal kişand ser binçavkirina Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide Fîncanci. Aşan anî ziman ku kî îktidarê rexne dike wek “terorîst” tê pênasekirin û got: “Ez dipirsim, gelo Şebnem Korur Fîncanci terorîst e? Ew mirovek zanyar e. Xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin. Wekî serdema navîn mirov tên recmkirin. Ez dixwazim bêjim, ku em piştevanê wê ne.”    Piştî axaftina Aşan dadger navber da danişînê.