OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir 2022-10-27 13:31:13   RIHA - OHD'ê ji ber îşkenceya di dema binçavkirinên di çalakiyê şermezarkirina 9'ê Cotmehê de li miwekîlên wan hatin kirin û astengkirina karê parêzaran, gilî kir.     Bi mebesta şermezarkirina Komploya Navneteweyê ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Rihayê meş hat lidarxistin. Polîsan êrişî çalakvanan kir û 4 kes bi lêdanê binçavkirin.     Di êrişê de welatiyên bi navên Hatîce Goktepe, Omer Kistak, Serhat Ûka û Îbrahîm Dandan bi lêdanê binçavkirin û birin midûriyeta emniyetê. Di dema binçavkirinê de polîsan bi saetan kelemçekirî hatin hiştin, li ser pêyan hatin hiştin û berê wan dabûn dîwêr. Her wiha hevdîtina binçavkiriyan a bi miwekîlan re jî hatibû astengkirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê der barê polîsên ku îşkence li miwekîlên wan kirin û nehiştin ku bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, li Serdozgeriya Komarê gilî kir. OHD xwest ku polîsên hatine tespîtkirin, bi sedemên “astengkirina peywira parêzertiyê" û "peywira xwe xerab bi cih anîne, îşkence li miwekîlên me kirine û bi nêzikatiyeke xerab nêz bûne" bên cezakirin.