Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin 2022-10-27 14:46:27   WAN - Malbatên girtiyan ên Nobeta Edaletê didomînin xwestin li pêşiya Edliyeyê Wanê daxuyanî bidin lê malbat ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li Wanê berdewam kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), rêveberên Komeleya Piştevanî Alîkarî Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Wenda Kirine re (MEBYA-DER), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tev li nobetê bûn. Malbatên ku xwestin daxuyaniyê bidin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Hevseroka HDP’a Bajêr a Wanê Handan Karakoyûn bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Ji bo ku têkoşînê mezin bikin em ê her tim li qadê bin. Em ê di daxuyaniyê de jî bidin, bimeşin jî. Hûn ê nikarin me asteng bikin.”    Nobeta Edaletê bi berzkirina dirûşma “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.