Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin 2022-10-27 15:40:34   ENQERE - Hêzên rejîma Îranê li dijî kesên beşdarî merasîma bîranîna Jîna Emînî bûyîn, raste rast gule bi kar anîn. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Îsmaîl Moloudî yê 35 salî hat qetilkirin. Gelê bajar ku bi dirûşma “Mirin ji dîktator re” daket kolanan, rê li trafîkê girt û avahiya walîtiyê şewitand.    Çalakiyên bi mebesta protestokirina qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê hatin destpêkirin, di roja 41’emîn de berdewam in. Bi minasebeta 40’emîn roja qetilkirina Emînî, li bajarê wê Seqizê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Tevî astengkirinan jî, ji bajarên Mahabad, Sine, Kamyaran, Bokan, Ciwanro, Bana û bajarên din bi hezaran kes tev li merasîmê bûn.    Hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê di dema merasîma bîranînê de raste rast gule li welatiyan reşandin. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Îsmaîl Moloudî yê 35 salî hat qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.   AVAHIYA WALÎTIYÊ HAT ŞEWITANDIN   Piştî qetilkirina Moloudîji hêla rejîma Îranê ve, gelek kes li Mahabadê bi dirûşma “Mirin ji dîktator re” daketin kolanan. Çalakiyên li Mahabadê pêl bi pêl berfirehtir dibin û li gelek deveran gel rê li trafîkê girt. Li gorî dîmenên ji hêla çavkaniyên herêmî ve hatine parvekirin û agahiyên ji hêla raporteorên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên li Mahabadê, avahiya walîtiyê kete destê çalakvanan û çalakvanan avahî da ber agir.    Çalakî, di tevahiya şevê de berdewam kirin û li Mahabad û bajarên derdorê jî ji şevê din heta niha berdewam in.