Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin 2022-10-27 16:08:31   ÎZMÎR - Ji xizmên girtiyên nexweş Hanim Sever di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de da zanîn ku heta tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehên din radibe dê têkoşîna xwe bidomînin.   Ji bo ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan, tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên tedawîkirin, malbatên girtiyan ên Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 130’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de beşaran pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji bo girtiyên nexweş” li xwe kiribûn. Her wiha Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Foçayê jî piştgirî da çalakiyê.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Hanim sever axivî û got ku parêzerên daxwaza edaletê dikin, bijîşkên aştîxwaz û rojnamegerên ku heqîqetê dinivîsin tên binçavkirin. Sever, bi domdarî got ku ew li dijî van êrişan e û wiha domand: “Em dayik in, dilê me dişewite. Ji bo ku bombe li zarokên me neyên barandin em li vir in. Rojnameger jî ji bo ku çalakiya me bikişînin li vê derê ne. Ez AKP, MHP û CHP’ê şermezar dikim. Çima rastiyê nanivîsinin? Dê têkoşîna me ya ji bo zarokên me, bijîşk û rojnamegeran bidome. Tevek jî zarokên me ne û em naxwazin bên binçavkirin. Em dizanin ku aştiya vî welatî bi Îmraliyê pêkan e. Heta ku aştî çêdibe û tecrîda li ser zarokên me û li ser Îmraliyê bi dawî dibe jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”    ‘ZAROKÊN ME BÊNIRX NÎNIN’   Hevseroka HDP’a Foçayê Mukaddes Işik jî zarokên rayedarên desthilatdariyê bi bîr xist û wiha got: “Dayik, wisa bi hêsanî zarokên xwe mezin nakin. Zarokên hinek dayikan binirx û yên hinekan bênirxin nînin. Tevahiya hebûna welêt kom kirin û di nava dewlemendiyê de dijîn. Ev nayê qebûlkirin. Tu sûcekî girtiyan nîne lê bi sala ye di girtîgehê de ne. Înfazên girtiyan tên şewitandin û îşkenceya xwe didomînin. Ji ewlehiya canê girtiyan, rayedar berpirsyar in. Dilê dayikan her tim bitirs e ku tiştek bi serê zarokên wan bê. Em ê heta dawiyê li cem kesên mafdar bin.”