Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me 2022-10-27 18:28:16   ENQERE - Serokê Konseya Navendî ya TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber daxuyaniyên xwe yên têkildarî çekên kîmyewî de hat girtin, di îfadeya xwe de ragihandiye ku ew pispora tiba edlî ye.    Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîcanci ji ber daxuyaniyên xwe yên têkildarî çekên kîmyewî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin. Fîncanciyê birin Girtîgeha Sîncanê ya Jinan.    ‘EZ PISPORA TIBA EDLÎ ME'   Li gor nûçeya T24'ê ji Fîncanciyê pirsa bernameya ku tevlî wê bûye û tê de behsa bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistana Federe ji aliyê Tirkiyeyê hatine bikaranîn hatiye kirin. Fîncanciyê jî gotiye: "Ji ber ku ez pispora tiba edlî (ATK) me, ji bo bernameyê gazî min kirin. Ewilî çavê min pê neket ku navê 'Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê' hatiye bikaranîn. Ji ber ku di ekranê de min tenê ser çavê xwe didît, ev nav li ber çavê min neketiye. Min wekî bijîşkekê xeber da. Tu eleqeya vê bi TTB'yê re tune ye."