Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir 2022-10-27 18:37:30   ENQERE - Rojnamevanên ku 3 roj in di binçavan de ne, ji ber îşkenceya li wan hatiye kirin îfadeya li midûriyeta polîsan red kirin.    Di 25'ê Mijdarê de nûçegihanên JINNEWS'ê Habîne Eren û Oznûr Deger û Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihênên MA'yê Deniz Nazlım, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah acar, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhanê ku demekê li MA'yê staj kir hatibûn binçavkirin. Duh êvarî Zemmo Aggoz sewqî edliyeyê hatibû kirin û bi şertê hepsa malê hatibû berdan.    Îro li midûriyeta polîsan karê îfadegirtina 10 rojnamevanan dest pê kir. Rojnamevanên di binçavan de ji ber îşkenceya li wan hatiye kirin îfadeya li midûriyeta polîsan red kirin û gotin ku ew ê li dozgeriyê îfadeyê bidin.   Tê payin ku rojnamevan sibê sewqî edliyeyê bên kirin.