Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin 2022-10-27 18:51:54   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku têkildarî girtina Seroka TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanciyê daxuyanî da, got ku girtina Fîncanciyê gumanên bikaranîna çekên kîmyewî zêde dike.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê tekildarî girtina Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê li Parka Xezalê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da. Hevsrokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Zeyat Ceylan û Gulîstan Atasoy Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û sazî û partiyên giredayî platformê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em li cem jiyan û heqîqetê ne" nivîsandî û dowîzên li ser "Şebnem xoce ne bi tenê te,Şebnem xoce rûmeta me ye’ nivîsandî hatin hilgirtin.   Li ser navê platformê Sekretera TUMBEL-SEN’ê ya Şaxa Amedê Ayşe Kûran Çîçekê metna daxuyaniye xwend. Çîçekê  anî ziman ku Seroka TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku li ser çekên kîmyewî axiviye hatiye girtin û tevî ku Şebnem Korûr Fîncanci ji dozgerê gotiye ew ê bê îfadeyê bide jî demidlest demildest hatiye binçavkirin û got: “Bi vê girtine gefê li hemû kesên ku ji bo heqîqetê têdikoşin dixwin."   ‘EM QEBÛL NAKIN’   Çîçekê destnîşan kir ku desthilatdar ji bo pêşi li nîqaşên çekên kîmyewî bigre biryara girtinê daye û ev tişt gotin: “Lê girtina Şebnem Korûr Fîncanciyê gumanên bikaranîna çekên kîmyewî zêde dike. Her wiha TRT'yê bi dîmenan Şebnem Korûr Fîncanciyê kir hedef. Em vê weşana TRT'ê jî şermezar dikin. Em carek din dibêjin ku lînca siyasî û girtina Şebnem Korûr Fîncanciyê qebûl nakin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Şebnem Korûr Fîncaci rûmeta me ye” bi dawî bû.