Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê 2022-10-28 10:11:31   ŞIRNEX - Qeyûma Şaredariya Cizîrê ji bo bernameya 29’ê Cotmehê ji hemû saziyên navçeyê re vexwendname şand û wiha got: “Ev bername ji bo hemû peywirdarên cemaweriyê di asta fermanê de ye.”    Qeyûma Şaredariya Cizîr a Şirnexê Nazli Demîr ji bo bernameya ‘29’ê Cotmehê Cejna Komarê’ ji hemû saziyên cemaweriyê re “vexwendname” şand. Di vexwendnameya bi dîroka 17’ê cotmehê de wiha hatiye gotin: “Ev bername ji bo peywirdarên cemaweriyê ferman, ji bo gel danezan û vexwendname ye.”