Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin 2022-10-28 10:36:01   STENBOL - Hat diyarkirin ku hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re heya 6 mehên din jî hatiye qedexekirin.    Zêdetirî 19 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di şert û mercên tecrîdeke girankirî de li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, nayê girtin. Hat diyarkirin ku careke din hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin.    Di 13'ê Nîsanê de heya 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re haibû qedexekirin. Piştî bi dawîbûna vê qedexeyê re parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 18'ê Cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dane û xwestine hevdîtinê bi Ocalan û her sê muwekîlên xwe yên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de bikin û her wiha xwestine ku ger astengiyek li ber hevdîtinê hebe sedema wê teblîxî wan bê kirin. Lê belê dadgeriyê di bersiva xwe de ya ji bo parêzeran, ragihandiye ku tu qedexeyek li ber hevdîtinê tune ye.    QEDEXEKIRINEKE NÛ   Parêzer di 26'ê Cotmehê de cardin serî li dadgeriyê dane û jê pirsîne: "Madem li ber hevdîtinê tu qedexe tune ne, nexwe çima em nikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin?" Dadgeriyê jî diyar kiriye ku heya 6 mehan "cezayê hevdîtina bi parêzeran re" li Ocalan hatiye birîn û ev ceza di 21'ê Cotmehê de teqez bûye.    Parêzeran ragihandin ku naveroka vî cezayî teblîxî wan nehatiye kirin û dê îtiraz bikin.    Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kiribûn û birayê wî Mehmet ocalan jî di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê hevdîtin pê re kiribû. Serlêdanên ji bo hevdîtinê tên kirin hemû an bê bersiv tên hiştin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin.