Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir 2022-10-28 11:11:17   ERZIROM - Çawişekê pispor li Erziromê bi çekê êrişî hevjîna xwe kir û bi giranî birîndar kir.    Çawişê pispor M.H. li navçeya Aşqele ya Erziromê bi çekê êrişî hevjîna xwe G.H. kir û di encama êrişê de bi giranî birîndar kir. G.H. ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê. Hat zanîn ku rewşa G.H. xetere ye. Hat ragihandin ku çawişê pispor piştî bûyerê hat binçavkirin.