'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin' 2022-10-28 11:12:43   AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Çima dewletên navnetewî ku Peymana Cenevreyê ya li dijî çekên qedexe, îmza kirine bêdeng dimînin. Dema mijar dibin kurd ev dewlet ji nedîve tên. Ev nayê qebûl kirin.”   Dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin. Dewleta tirkan di van êrişan de heya niha 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta tirkan di van êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosforê bi kar tîne. Dîsa li gorî daxuyaniyê, di tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. HPG'ê dîmenên du endamên xwe yên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe dest dayî parve kirin.   Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên dewlata tirk li her parçeyê Kurdistan, li Tirkyeyê û cîhanê her diçe sazî û gel bertekên xwe mezintir dikin. Yêk saziya ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dide jî Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ye. Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji ajansa me re axivî.    BANDORA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Karadag, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên di dîrokê de û wiha got: “Mirov dema li dîrokê dinêre, weke li Hîroşîma li Helebçeyê bikaranîna çekên kîmyewî hem li ser mirovan hem li ser xwezayê bandoreke çawan mezin dike. Dîsa li van deran mirov seqet man û koçber bûn. Her çiqas dem derbas bibe jî li wan derên çekên kîmyewî hatin bikar anîn hêj jî şopa wan çekan xuya dike.”   ‘YÊN KU PEYMANA ÇEKÊN QEDEXE ÎMZE KIRINE BÊDENG DIMÎNIN’   Karadag, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Çêkirin û bikaranîna çekên kîmyewî bi Peymana Cenevreyê hatiye qedexekirin. Ev peyman ji aliyê gelek dewletên navnetewî ve hatiye îmzekirin. Lê belê ev bi salan e li pêş çavên cîhanê li dijî PKK'ê çekên kîmyewî tên kar anîn û beriya çend rojan jî 17 endamên PKK'ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe dest dan. Dîmenên wan jî derketin holê. Gelo çima ev dewletên li dijî çekên qedexe imzeyên wan hene bêdeng dimînin?”   ‘PDK DIJMINITIYA BIRATIYÊ DIKE’   Karadag, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê û MHP'ê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qaşo Barzanî dibêje kurd im û birayê kurdan im lê mixabin hevpariya AKP'ê û MHP'ê dike. Rêya çekên qedexe vedike. Ji ber kursiya xwe di hemû tiştî de alikariya wan dike. Birayê xwe yê kurd dikûje. Gelek endamên PKK'ê bi bikaranîna çekên qedexe jiyana xwe ji dest da. Ev tişt nayên qebûlkirin. Ev xetereyek herî mezin e. Divê ji vê xeteriyê vegerin. Ew ê sibê hesaba wê bidin. Divê şandeke bê ali bê avakirin û li ser vê lekolînê bike. Êdî rê nedin çekên kîmyewî û li dijî vê jî bisekinin.”   ‘DEMA MIJAR DIBIN KURD BÊDENGÎ HEYE’   Karadag, anî ziman ku heke zarokên wan bi çekên kîmyewî hatibûna qetilkirin dê çiqas bêdeng bimana û wiha pê de çû: “Şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dibe rojeva hemû devletan. Lê mixabin dema mijar dibin kurd ne dibînin nê jî dibihîsin. Weke gelê kurd tûne dihesibînin û di qirkirinê re derbas dike. Ev nayê qebûlkirin.”   ‘DIVÊ XWEDÎ DERKETIN MEZIN BIBE’   Karadag, destnîşan kir ku desthilata AKP'ê û MHP'ê li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo astengiyan çi ji destê wan bê dike wiha domand: “Divê hemû gel û saziyên me bi awayekî baş xwedî derkevin. Saziyên mafên mirovan diparêzin  divê bi malbatên zarokên wan bi çekên qedexe hatîne qetil kirin re di têkiliyê de bin û bi malbatan re bibin alikar. Dîsa em hemû li PDK'ê ne razîbûnên xwe nîşan bidîn.”   ‘DUH HELEBÇE ÎRO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’   Karadag, bang li Barzanî kir û wiha got: “Qaşo PDK behsa biratiyê dike, divê demildest pêşiya erîşên dewlata tirk bisekinîne. Divê li dijî vê zilma dewleta tirk a li ser kurdan ne razîbûna xwe bide nîşandan. An jî her dilopek xwîna dirijîne berpirsyar PDK ye. Malbat wê rojekê wê hesabê ji wan bipirse. Te Helebçe ji bîr kir, mirov ewqes jî kor nabe. Duh Helepce îro li Başûrê Kurdistanê li Zap Avaşîn û Metînayê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Wijdana we çawa rihete. Dema ku tu xwişk û birayê me qetil dikî wekî tu me qetil bikî. Ev nayê qebûl kirin.”   Karadag, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê saziyên cihanê yên tekildar ên weke OPCW'yê demil dest şandeyek bê alî bê avakirin, lekolînek bê kirin. Ew ên ku wan çekan bikartînin derxînin holê bê darizandin û cezakirin. Heta ku berpirsên van çekên kîmyewî yên tên bikaranîn bên darizandin, em ê şopdarên wê bin.”   MA / Mehmet Guleş